Ocalan mafdar derket, zagonên xwe jî binpê kirin
- analîz
- 12:36 05/1/2018
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di dema hevdîtinan de endamên Heyeta Îmralî dem dem hişyar kir û gotibû “Ger ku ewlehiya we ya zagonî tune be sibê du sib dikarin we bi îdamê darizînin" û xwestibûn hevdîtinê bikin zagonî û fermî. Li ser israra Rêberê PKK'ê Ocalan zagon hatibû sazkirin. Lê tevî vê zagonê dîsa duh Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ceza li parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdris Baluken birî. Hişyariya Ocalan carek din mafdar derket.