Serdema nû û kodên kabîneyê!
- analîz
- 13:18 10/7/2018
Piştî Serokomarî derbasî pergala nû ya hikûmetê bû, kabîneya serdema nû û kesên di kabîneyê de cih digirin bi merasimekê diyar bû. Hem di axaftinên di merasimê de û hem jî bi navê kesên di kabîneyê de cih digirin peyamên girîng didin. Ev nav nîşan didin ku Erdogan ji bo pergala xwe temam bike, karê xwe bêtir hişk bigire dest.