Sînorê birçîbûnê di 17 salên dawiyê de 5 qat zêdetir bû
- aborî-ked
- 16:33 17/8/2020
Li gorî hesabên Navenda Lêkolînên Cîna Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî (BÎSAM), sînorê birçîbûnê di nava 17 salên dawî de 5 qat zêdetir bû.
Li gorî hesabên Navenda Lêkolînên Cîna Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî (BÎSAM), sînorê birçîbûnê di nava 17 salên dawî de 5 qat zêdetir bû.
Karkerên Cargillê ku ji ber endambûna xwe ya Sendîkaya Tek Gida-Îş’ê ji kar hatin avêtin, berxwedana xwe derbasî Stenbolê kirin û ragihandin ku heta vegerên karê xwe têkoşîna xwe bidomînin.
Karkerên ku li kargeha Vestelê dixebitin, diyar kirin ku mehê berdevkek digirin, karkerên ku li cem karkerên testê wan pozîtîf derketine testê wan nayên kirin û girêdayî zêdebûna hejmara pêketiyên vîrûsê saetên wan ê xebatê jî zêde dibin.
Esnafên ku bi karê dolar û perê biyanî kar dikin bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Xezîne û Maliyê Berat Albayrak û Serokê AKP'ê Erdogan dan û gotin: "Eger aboriya Tirkiye hildibe çima em esnaf dadibin. Çima em êdî nikarin kar bikin."
Waniyan destnîşan kir ku îqtidara AKP'ê tenê ji bo dewlemendan dixebte û gotin, tekane sedema krîza aborî û aloziyê îqtidara AKP'ê ye.
Çanda palûteyî ku bi salan e li Colemêrgê tê kirin, hîn jî di dema giyadirûtinê û karên din de didome.
Piştî Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) Bankaya Dinyayê jî derbarê daketinên rezervên Bankaya Navendî de Tirkiyeyê hişyar kir.
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê û aborînas Ramazan Tunç, di nivîsa vê hefteyê de bi çîroka Zembilfiroş dîmenên aboriya Tirkiye û Kurdistanê li ber çavan radixe. Tunç, destnîşan dike ku di dîroka aboriya kurdan de Zembîlfiroş çîrokeke welatiyekî kurd e ku mirov dikare di nav vê çîrokê de gelek kodên civakî yên der barê aboriyê de jî jê bigire.
TÛÎK’ê piştî 3 mehan daneyên bêkariyê yên meha gulanê aşkera kir. Li gel ku pêvajoya pandemiyê de gelek mirov ji kar hatin derxistin jî TÛÎK’ê rêjeya bêkariyê daxist û weke ji sedî 12,9 ragihand.
Dolar piştî ku bi bilinbûnê dest bi hefteyê kir, derket 7,3330 TL’yî.
Rojnameger Ercument Akdenîz, diyar kir ku piraniya karkerên koçber di karên bêqeyd û bêewlehiyê de tên xebitandin û got: “Divê partiyên siyasî û sendîka li gorî koçberan jî polîtîkayên xwe diyar bikin û wan jî bi hesibînin.”
Meclisa Bila Mûnzûr Azad Biherike, bertek nîşanî projeya avahiyê ku li Avzêmên Mûnzûrê tê xwestin bê pêkanîn da û got ku dê destûr nedin pekanîna projeyê.
Kooperatîfa Pêşketina Çandiniyê ya Hopayê ku ji bo pirsgirêkên hilberînerên çayê hel bike zend û bendên xwe badan û li hemberî ÇAYKÛR'ê û sektora taybet, li cem hilberîneran cih digire.
Xebatkarên Tesîsa Civakî ya Vîşnelîk a ODTU duh dest bi grevê kiribûn. Piştî peymana tomarî (TÎS) îmze kirin dawî li çalakiya xwe anîn.
Prof. Dr. Veysel Ûlûsoy, stratejiya deynê derve û hundir ê desthilatê nirxand û derbarê mijarê de ev tişt got: “Heke deyn ê sektora taybet be jî dema ku bê asta nikare bê dayînê dibe deynê civakê. Tişta niha dibe ev e. Em nikarin deyn bi deyn jî bidin razandin.”