Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin

img

AMED -  Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bertek nîşanî gefa li nûçegihana me Zeynep Durgut hatiye xwarin dan û gotin divê kesên gef xwarin bên darizandin.  

 
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut ku bi nûçeya xwe ya “Çeteya Fihûşê” tora fihûşê ya li Şirnexê derxistibû holê, ji hêla xizmên Kenan Tatar ê navê wî di dosyayê de derbas dibe ve gef lê hatin xwarin. Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran ên li Amedê bertek nîşanî gefa li hempîşeya wan hatiye xwarin, dan. 
 
BOLTAN: DIVÊ EV GEF NEYÊ PAŞGUHKIRIN 
 
 
Nûnerê DÎSK- Basin-Îş’ê yê Amedê Hakki Boltan diyar kir ku ew bi Zeynep Durgutê re ne û got: “Divê hemû rojnameger piştgiriyê bidin Zeynep Durgutê da ku çeteyên mîna Kenan Tatar nekarin ji rojnamegeran re bibin asteng. Divê hikûmet vê rojnamegeriya hatiye kirin bibîne û gefa li Zeynep Durgutê hatiye xwarin paşguh neke. Rojnamegeriya Zeynep Durgutê rojnamegeriya ji bo civakê ye lewma divê civak xwedî lê derkeve.” 
 
ORAL: GEF LI SER PÎŞEYA ME HEYE
 
 
Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmût Oral jî diyar kir ku Zeynep Durgutê di nava 11 salan de gelek tiştên qirêjî teşhîr kiriye. Oral, destnîşan kir ku yekser gef li ser jiyan û rojnamegeriya Zeynep Durgutê heye û ev tişt anî ziman: “Careke din gefê li mafê agahîgirtinê yê gel tê xwarin. Em piştevaniyê didin Zeynep Durgutê û bi wê re ne. Dê piştevaniya TGS’ê ya hiqûqî û alîkariyê berdewam bike.” 
 
BOZARSLAN: DIVÊ KESÊ GEF XWARÎ WERE DARIZANDIN 
 
 
Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) Felat Bozarslan jî anî ziman ku Zeynep Durgutê mohra xwe li nûçeyeke gelek girîng daye û wiha pê de çû: “Di mijara ewlehiya canî ya hempîşeya xwe de fikarên me hene. Ewlehiya canê wê, di berpirsyartiya saziyê cemaweriyê yên li Şirnexê de ye. Di vê mijarê de me nedîtiye ku tiştekî şênber hatibe kirin. Zeynep Durgut, ji bo parastina mafên xwe li serdozgeriyê gilî kir. Li cihekî mîna Şirnexê ku têkiliyên feodal zêde ne, divê gefên bi vî rengî neyên paşguhkirin. Hewceye şexsê gef xwarî jî tavilê bê darizandin. Banga me ji bo darazê ew e ku tavilê kirariyên qanûnî bidin destpêkirin da ku tiştekî neyînî bi ser hempîşeya me neyê. Di vê mijarê de ewlehiya canê hempîşeya me berpirsyartiya dozgerî, emniyet û walîtiyê ye.” 
 
 
Hevserokê Komeleya Rojnamegaran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek jî wiha got: “Em gefên li hempîşeya me Zeynep Durgutê hatine xwarin qebûl nakin. Bi saya Zeynepê haya me ji qirkirina ekolojîk a li Gabarê bû. Polîtîkayên şerê taybet ên li Şirnexê teşhîr kiribû. Nûçeyên Zeynepê, serkeftineke rojnamegeriyê ye û divê bên pîrozkirin. Gefên vê zîhniyeta tarî ne dikarin bi Zeynepê ne jî bi kevneşopiya çapemeniya azad paşve gav bidin avêtin. Jixwe erka çapemeniya azad jî ev e. Tu caran ji rastiyan tawîzê nade. Em bi Zeynepê re ne. Tatarî her çend xwe li pişt zirxê necezakirinê veşêrin jî, em ê wan her tim teşhîr bikin.”