XARPÊT - Şêx Seîd û 46 hevalên xwe di 100’emîn salvegera darvekirina xwe de li Paoloyê hatin bibîranîn.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Xarpêtê, bi boneya 100’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî (di 29’ê Hezîrana 1925’an de hatibû darvekirin), li dergaha malbatê ya li navçeya Paloyê bi bîr anî. Rêveberên DEM Partiyê yên Dêrsim, Xarpêt, Çewlig û navçeyan, Wekîlê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç û gelek welatî tev li bûn. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de pankarta “Ji 1925’an heta 1999’an me serî netewand û dê netewînin” hate hilgirtin. Her wiha dovîzên “Ji 1925’an heta niha li dijî înkar û îmhayê berxwedan”, “Bijî berxwedana gelê Kurd" û “Yên paşeroja xwe nizanin pêşeroja xwe jî nizanin” hatin hilgirtin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Paloyê Mehmet Şahîn di daxuyaniyê de xwest ku cihên gorên Şêx Seîd û hevalên wî were aşkerakirin û hemû mafên wan bên radestkirin. Şahîn, got: “Di vê çarçoveyê de; dê çalakiyên me yên li dijî faşîzmê û êrişên wê, li dijî tecrîd û feraseta qeyûm heta dawiyê bidomin. Me di 1925'an û di 1999’an de serî netewand û dê netewînin.”
'ZEMÎNA KU ALIYÊN CUDA BÊN GEL HEV AVA BÛ’
Hevberdevkê Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî wiha got: “Şêx Seîd û hevalên wî nirxên vê civakê ne. Pêşengên vê civakê ne. Şêx Seîd alim e, rewşenbîr e, Kurd e û nirxê vê civakê ye. Hemû dinya kom bibe jî dê kesek nekare vê rastiyê biguherîne. Heta ku ev dinyaye hebe dê Şêx Seîd her nirxê vî gelî be. Pêşengê vî gelî ye. Dê her weke pêşengê vî gelî bimîne.”
Piştî daxuyaniyê, girseyê heta Pira Paloyê meş li dar xist. Weke sembol, ji bo Şêx Seîd û hevalên wî gul avêtin Çemê Muradê.