Buldan: Em ê di 23'ê Hezîranê de carek din bi ser bikevin
- polîtîka
- 15:05 07/6/2019
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di çarçoveya cejna Remezanê de li Îdirê hîtabî gel kir û got: “Em ê di hilbijartina 23'ê Hezîranê ya Stenbolê de carek din bi ser bikevin. Divê her kes biçin ser sindoqan. Her kes ji xizmên xwe û nasê xwe re bêjin bila dengê xwe bidin. Ev hilbijartina serkeftina hêza demokrasiyê ye."