Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
- polîtîka
- 19:55 27/10/2024
Di kongreya ku ESP’ê pêk anî de Hatîce Denîz Aktaş û Mûrat Çepnî wekî hevserokên giştî yên nû hatin hilbijartin.
Di kongreya ku ESP’ê pêk anî de Hatîce Denîz Aktaş û Mûrat Çepnî wekî hevserokên giştî yên nû hatin hilbijartin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku sermuzakerevanê çareseriya pirsirêka kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Deriyên Îmraliyê vekin da ku birêz Ocalan fikrên xwe bi gel re parve bike.”
DEM Partiytê encamnameya civîna PM’ê eşkere kir û diyar kir ku ji bo aştî û çareserî bibin vebijêrkeke rasteqîn, divê ji ewil tecrîd were rakirin û şert û mercên ewlehî û xebateke azad ên Abdullah Ocalan bên avakirin.
Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan wiha bang li îktîdarê kir: “Tenê yek roja em winda bikin tune ye. Heke hûn jidil bin, wê demê gavan biavêjin.”
MYK a DEM Partiyê der barê teqîna li TUSAŞ’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Di van rojên ku civaka Tirkiyeyê çareseriyê diaxive û îhtîmala diyalogê diyar bûye de, pêkhatina êrîşek wisa ne tesadufe.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana Mînareya Çarling û têkildarî gotina îktîdarê ya “pirsgirêka kurd tune ye” ev tişt anî ziman: “Dema em tên Amedê dibînin ku pirsgirêka kurd heye. Beriya her tiştekî pirsgirêka tevlibûneke demokratîk a kurd heye.”
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku divê pirsgirêka kurd ji her alî ve were nîqaşkirin nexwe tu rastiya gotina “Werin em bêgerew li ser maseyê rûnin” namîne. Aslan, got ku divê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de her kes berpirsyartiyê li xwe bigire.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku divê meseleya kurd li ser maseyeke hemû partî li ser civiyayîn were axaftin û wiha got: “Em kurdan bikin xwediyên Komara Tirkiyeyê. Weke partiya damezirîner em li vir in, em pêşniyar dikin ku em hemû tiştan bi hev re bikin.”
Vê hefteyê li Meclisê dê têkildarî bûdçeya 2025’an, teskereya dirêjkirina peywira leşkerên li Lubnanê û Paketa 9’emîn a Darazê bên nîqaşkirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, destnîşan kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jidil bin û wiha got: “Divê mirov ji tecrubeyên berê derse bigirin û hin tiştên nû bibêjin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya partiya xwe ya rêxistina Wanê de axivî û got: “Di tu pêvajoyek ku birêz Ocalan wek aktorê sereke neyê dîtin, ew pêvajo ne jidil û ne rast e.”
MYK ya DEM Partiyê ji bo ku geşedanên dawî binirxîne dê sibê bicive.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ji bo bi siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinê pêk bîne, serlêdan kir.
Hevdîtina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokê Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dest pê kir.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Meclisê bi nûçegihanên parlamentoyê re civiya û got: “Îmrali muxatab e. Heke pêvajoyek dest pê bike wa Îmrali li wir e. Muxatabê duyemîn jî Meclis e. Em partiya Meclisê ne.”