Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin
- rojane
- 09:49 17/3
Di serdegirtinên malan ên li Hewagê de 4 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên malan ên li Hewagê de 4 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.
Girtiyên il Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Sîlîvriyê tên ragirtin anîn ziman ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zext û êrişên ser wan giran bûne û ev yek weke provokasyona li dijî pêvajoyê nirxandin.
Serokên komeleyên herêmî ji bo Newroza Stenbolê banga tevlîbûnê kirin û diyar kirin ku pêvajo firsendeke dîrokî ye û Newroz girîng e daxwazên xwe bînin ziman.
Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku bi peymana bi hikûmeta demkî re îmzekirin re dê Rêveberiya Xweser bibe xwedî statuyeke taybet û statuya xwe ya biryardayinê winda nake.
Hunermendên ku xwe amade dikin ku di pîrozbahiyên Newrozê de derkevin ser dikê, diyar kirin ku ew ê stranên xwe ji bo aştiyê bistirên û her kes vexwendin pîrozbahiyan.
Dewleta tirk li gundê Berxbotanê yê Kobanê bi SÎHA’yan êrişî malekê kir. Di êrişê de dayik û bav û 7 zarokên wan hatin qetilkirin.
Klîba strana “Newroza Azadî” ku ji bo Newroza îsal hatiye amadekirin, hate weşandin.
Ekrem Îmamoglû li Amedê axivî û got: “Heta ku Kurd bibêjin ‘pirsgirêka me heye’ pirsgirêka Kurd heye. Ev pirsgirêk, bi rêya diyalog, bi guhdarîkirina her kesî, bi qanehkirina tevahiya gel û li ser zemîna Meclisê dikare bê çaresekirin.”
Bi boneya 37’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de wiha hate gotin: “Heta ku weke sûcê li dijî mirovahiyê tê qebûlkirin dê têkoşîna me bidome.”
Akademîsyen Cûma Çîçek anî ziman ku ji bo aştiyê divê civak were qanehkirin û got: “Li gorî min hem nexşerêya dewletê hem jî ya Abdullah Ocalan pir zelal e. Meseleya Kurd ne tenê meseleya PKK’ê ye, meseleyeke gel e.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser pêvajoya piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha got: “Ji bo azadiya gelê Kurd, siyaseta demokratîk û aştiyeke birûmet, hewceye deriyên girtîgehan bên vekirin. Gava herî mezin û girîng ev e.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman ku ji Edîrneyê heta Qersê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo her kesî demokrasiyê dixwaze û got: “Bi vê bangê re meşa me ya demokratîk jî dest pê kir.”
DEM Partî di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çû serdana DÎSK’ê.
Merasîma bîranîna Komkujiya Helebceyê ku dê sê rojan bidomin, îro bi meşekê dest pê kir.