Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
- rojane
- 09:02 25/7
Keşeyê Dêra Protestan a Mor Afremê Eyup Badem got: "Em bawer dikin ku aştî dê li vê xakê geş bibe."
Keşeyê Dêra Protestan a Mor Afremê Eyup Badem got: "Em bawer dikin ku aştî dê li vê xakê geş bibe."
Bedriye Arpa ku birayê wê di nav refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest daye û birayê wê yê din 29 sal in di girtîgehê de ye, diyar kir ku tevî hemû zilm û zordariyên ku wan dîtine jî, ew aştiyê dixwazin û ji bo pêkanîna aştiyê divê dayikên tirk û kurd li hev bicivin.
Welatî ji fiyetên guncaw ên Tesîsên Civakî yên Fîskayayê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat vekirin razî ne û dixwazin li bajêr hin tesîsên din jî bên vekirin.
Civîna ku îro dê di navbera nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de li paytexta Fransa Parîsê bihata lidarxistin, taloq bû.
Hevseroka Partiya DEM’ê Tulay Hatîmogullari û ciwanên ku dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin daxuyaniyek hevbeş didin.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Exlatê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin û îşkence li wan kirin. Hate zanîn ku 8 girtî birîndar bûne.
GOÇ-DER, ji bo cihgirtina di nava komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin, ji Meclisê re daxwazname şand.
Rêxistinên rojnamevanan têkildarî 24’ê Tîrmeh Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê daxuyaniyek weşandin û di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku sansur îro jî didome. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Cemiyeta Rojnamegerên a Başûrrojhilat (GGC), bi munasebeta 24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê daxuyaniyek weşand.
7 ciwanên ku ji welatên cuda yên Ewropayê hatin Enqereyê, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, serî li Wezareta Dadê dan.
88 Xelatagirên Nobelê yên ku piştgirî dan "Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan, nameya ku nivîsandine ji hemû saziyên navneteweyî yên ku Tirkiye endamê wan e û ji Serokkomar Erdogan re şandin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, diyar kir ku ji bo pêvajo birêve biçe divê ji bo Abdullah Ocalan mercên azad bên avakirin û destnîşan kir ku wek tevger hemû gavên pêwîst avêtine û ji bo hemû gelan qanûnên azad û demokratîk dixwazin.
Piştî weşandina dîmênê diziya amûrên tibî yên li Nexweşxaneya Cizîrê, Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê lêpirsîn da destpêkirin û Wezareta Tenduristiyê mifetîş erkdar kir.
Rêxistinên heq û hiqûqê yên li Tirkiyeyê ji bo mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Hayatî Kaytan û Civan Boltan danezan pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) kirin û xwestin ku biryarên DMME’yê cihbici bikin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku dewlet û desthilatê wekî Kurdan ji bo pêvajoyê gavên xurt neavêtiye û gotin: “Aştî bi yekalî ve nabe.”