HSD’ê bîlançoya êrişên dawî aşkera kir
- rojane
- 13:20 14/3
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û hêzên wan jî li Pira Qereqozaq û Dêr Hafirê bersiv dane êrişan.
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û hêzên wan jî li Pira Qereqozaq û Dêr Hafirê bersiv dane êrişan.
Mehmet Saît Yildirim ê li Girtîgeha Kiriklarê girtî dimîne û tahliyekirina Yildirim 9 mehan hat taloqkirin. Serlêdana li dijî astengkirina berdana Yildirim ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya 4’emîn a Îzmîrê ve hat redkirin.
Zozanên Holozê yên girêdayî navenda Dêrsimê bi helîkopteran hate bombebarankirin.
Siyasetmedar Gultan Kişanak li bajarê Mazlûm Dogan di pîrozbahiya Newrozê de axivî û bersiv da gotina Erdogan a ‘bendeke krîtîk hatiye derbaskirin’ û got, "Benda krîtîk ew e ku ji bo birêz Ocalan di nava şert û mercên azad de tevlî vê pêvajoyê bibe divê derfet bên afirandin."
Dayika Aştiyê Sakîne Arat li Amedê bi beşdariya bi hezaran kesan hate oxirkirin.
Ciwanê ji qeyûmê Şaredariya Sêrtê re got “diz” bi îdiaya “heqaretê” hate binçavkirin.
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Bi ser qedexeya derketina kolanan a Şirnexê re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birînên malbatên nekarî cenazeyên zarokên xwe wergirin, nehatine dermankirin.
Selma Altan ji Gumuşhaneyî ye û diyar kir ku ji salên 90 'î vir ve tevlî pîrozbahiyên Newrozê dibe û agirê Newrozê wek sembola azadiyê ye pênase dike.
Kurdistanî û dostên wan ji destpêka salên 1990’î û vir ve, bêyî guh bidin êrişan li qadan Newrozê pîroz dikin. Daxwaza "azadî" û "çareseriyê" li qadên ku bi milyonan kes li hev dicivin bilind dibin.
Li Taxa Şentepe ya navçeya Bismilê de welatiyan Newroza xwe bi dirûşma “Bijî Serok Apo” pîroz kirin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” tenê ji bo Kurdan nîne û ji bo hemû gelan e. Cemîl Bayik, got ku divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan seferberî were îlankirin.
Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Mehmet Şerîf Demîr got: "Eger pêvajoyek were destpêkirin, divê beriya her tiştî girtiyên nexweş bên berdan."
Rahşan Demîrel ku di Newrozê de bedena xwe şewitandibû, li ser gora xwe hat bibîranîn. Dayika Rahşan Demîrelê Emîne Demîrel di bîranînê de axivî û got: “Ew ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyan û serî netewandin.”