Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
- rojane
- 12:44 16/2
Civîna şandeya Îmraliyê ya bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re, bi dawî bû.
Civîna şandeya Îmraliyê ya bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re, bi dawî bû.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku cara sêyem hat desteserkirin, ji aliyê qeyûman ve hat talankirin, mal û milkên wê hatin firotin, qase hat valakirin û projeyên civakî hatin betalkirin.
Şaredariya Mezin a Amedê, studyoya tomarkirina dengê ku nêzî heşt salan bû neçalak bû, nû kir û Projeya Pirtûkxaneya Dengî ku dê ji bo kesên bi astengiya dîtinê were bikaranîn, ji nû ve da destpêkirin.
Seher Mohammedî ya ku li Behra Egeyê birayekî wê û bavê wê jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku ji ber pêlên ku ewlekariya peravê çêkirine bota wan noq bûye û got: "Me dikir gazî û hewar. Me didîtin, lê reqs dikirin."
Karkerên ku li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Başpinarê li dijî mûçeyên kêm dest ji kar berdan, diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin dê têbikoşina wan bidome û peyama "Em pergala koletiyê qebûl nakin" dan.
Li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedhezaran kes bi boneya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daketin qadan û bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” meş lidar xistin.
Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi pêşengtiya TJA’yê daxuyanî hate dayin û wiha hate gotin: “Azadiya fîzîkî ya Ocalan misogeriya azadiya tevahiya gelên herêmê ye.”
Îdianameya rojnameger Reyhan Hacioglu hat amadekirin û di îdianameyê de hemû xebatên rojnamegeriyê wek sûc hatin hesibandin.
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hate protestokirin. Di çalakiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hate gotin: “Em ê vê roja reş veguherînin roja azadiyê.”
Li Amedê bi tevlibûna bi hezaran kesan meş hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di çalakiyê de got: “Ji bo Ocalan di şert û mercên azad de muzakereyan bike em ê li ber xwe bidin.”
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat xwestin ku girtiyên nexweş Cemîl Îvrendî û Emrah Nebîoglû bên berdan.
Xizmên windakiriyan û ÎHD ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin vê hefteyê jî çalakî lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku ji bo hevdîtinên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin bigihêje encamê divê navek li vê pêvajoyê bê kirin.
Rojnameger Rabîa Onver ku di serdegirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatibû binçavkirin, hate berdan.
Çalakiyên protestokirina tayînirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest pê kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan hatin di çalakiyan de hate binçavkirin.