'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
- rojane
- 09:23 25/2
Nivîskar û siyasetmedarên li Mêrsînê diyar kirin ku gotin û kirinên îktîdarê yên têkildarî çareseriyê hev nagirin û bal kişandin ser têkoşîna civakî.
Nivîskar û siyasetmedarên li Mêrsînê diyar kirin ku gotin û kirinên îktîdarê yên têkildarî çareseriyê hev nagirin û bal kişandin ser têkoşîna civakî.
Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku divê ne berdana çekan lê li ser bêdengkirina çekan nîqaş bên kirin û got: “Lê ji bo ev çêbibe hewceye dewleta tirk gavên erênî biavêje.”
Serokê SUDEF'ê Evgîl Turker diyar kir ku hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Ocalan re di nava Suryanan de hêviyek çêkiriye û got: "Suryanî heta niha hemû daxuyaniyên birêz Ocalan hêja dîtine. Wê ji niha û pê ve jî wiha be."
Li 3 navçeyên Wanê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê diyar kirin ku ew ê xwedî li vîna gel derkevin û gotin: “Em ê dizan bişînin.”
Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin û hat gotin ku îktîdar hewl dide HDK’ê krîmînalîze bike.
Tehliyeya Nedîm Yilmaz ku 32 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin, bêyî ku lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin.
Starta çalakiyên 8’ê Adarê yên li Herêma Serhedê li Qersê hate dayin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, got: “Armanca me ya esasî, aştiyeke birûmet e. Bi vê boneyê em ê li qadan bin û dev ji israra xwe ya ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin.”
Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr di meşa li dijî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê de axivî û got: “Em di têkoşîna xwe de biisrar in.”
Ji ber nûçeya têkildarî nelirêtiyên li Şaredariya Midyadê ya AKP’î, der heqê rojnameger Ahmet Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin.
Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da û got: “Nabe ku mafê bijartin û hilbijartinê bi awayekî keyfî ji holê were rakirin.”
Hevşaredarên Qaxizmanê ku li şûna wan qeyûm hate tayînkirin, wiha gotin: “Têkoşîna me ne tenê bi avahiya şaredariyê bisînor e. Li ku dibe bila bibe em ê têkoşîn a xwe bidomînin.”
Rojnameger Cengîz Altun di salvegera 33’yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Êlihê hat bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku di salên 90’î de rojnamegerên Kurd li naverasta kolanan dihatin qetilkirin û heman zîhniyet îro bi SÎHA’yan qetil dike.
Di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de 30 kes hatibûn girtin. Îdiaya “Çepgir û sosyalîst anîne gel hev, fikra xweseriya demokratîk li rojavayê welat belav kirine” weke hinceta girtinê hate nîşandan.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku dê di nava çend rojan de şandeya wan biçe Girtîgeha Îmraliyê û got: “Piştî vê hevdîtinê dê bi birêz Ocalan re dîroka banga dîrokî were diyarkirin.”