Sûltan Bozkurt a li komîsyonê lê hat guhdarîkirin: Zimanê me xeta me ya sor e
- rojane
- 09:41 28/8
Ji Dayikên Aştiyê Sûltan Bozkurt ku komîsyonê axaftina wan ya bi Kurdî asteng kir, got: "Astengkirina axaftina bi Kurdî li cihekî ku pirsgirêka Kurd lê tê nîqaşkirin, li dijî felsefeya bingehîn a lêgerîna aştiyê ye. Zimanê me yê dayikê xeta me ya sor e; kes nikare wê asteng bike."
