ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 13 Cotmeh 2025
  • |
img

* Parêzer Tugay Bek diyar kir ku lêpirsîna têkildarî qetilkirina kedkarê Çapemeniya Azad Kadrî Bagdu bi zanebûn nayê kûrkirin û got: “Tenê heke weke cînayetekî siyasî were dîtin dikare were ronîkirin.” 

 
* Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê heye Vezan Karabulut, diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan zirarê dide pêvajoyê û got: “Divê her kes ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî di nava hewldanan de be.” 
 
* Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê bide. (10.30)
 
* Li Wan û Antalyayê dê têkildarî geşedanên dawî yên di dosyaya Rojîn Kabaîşê daxuyanî bên dayin. (13.00-18.00)
 
* Şaxên ÎHD û OHD’ê yên Edeneyê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan aşkera bikin. (13.00)