ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN 2025-10-13 09:00:16 * Parêzer Tugay Bek diyar kir ku lêpirsîna têkildarî qetilkirina kedkarê Çapemeniya Azad Kadrî Bagdu bi zanebûn nayê kûrkirin û got: “Tenê heke weke cînayetekî siyasî were dîtin dikare were ronîkirin.”    * Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê heye Vezan Karabulut, diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan zirarê dide pêvajoyê û got: “Divê her kes ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî di nava hewldanan de be.”    * Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê bide. (10.30)   * Li Wan û Antalyayê dê têkildarî geşedanên dawî yên di dosyaya Rojîn Kabaîşê daxuyanî bên dayin. (13.00-18.00)   * Şaxên ÎHD û OHD’ê yên Edeneyê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan aşkera bikin. (13.00)