ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 29 Hezîran 2025
  • |
img
* Prof. Dr. Sevtap Yokuş diyar kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêvajoyeke girîng e û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê garantiyên qanûnî divê û wiha got: "Zêdebûna hêviyan bi hewldanên me ve girêdayî ye."
 
* Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bertek nîşanî gefa li nûçegihana me Zeynep Durgut hatiye xwarin dan û gotin divê kesên gef xwarin bên darizandin. 
 
* Li Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê dê di 11’ê Mijdarê de hilbijartinên parlamentoyê bên lidarxistin. Akademîsyen Rûbar Mecîd, ji ber ku bi lîsteyeke hevpar nakevin hilbijartinê, bertek nîşanî partiyên Kurd da û got: “Heke em bi lîsteyeke hevpar biketina hilbijartinan, dê di meseleyên li Bexdayê de bihêztir bûna.” 
 
* Hamîde Rencus êrişên Îsraîl-Îranê û agirbesta di navbera wan de nirxand û got: “Tenê bi demokratîkbûnê re Rojhilata Navîn dikare bihizûr bibe. Ji bo vê jî divê pêwendiyên rêxistinkirî yên gelan hebin. Aştî û dîzayn, bi gelên Rojhilata Navîn pêkan e.” 
 
* Dadgeha Destûra Bingehîn, ji bo serlêdana têkildarî mirina Rozerîn Çukur ku di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de hatibû kuştin, biryara “mafê jiyanê nehatiye binpêkirin” da. Parêzer, dê li dijî biryarê serî li DMME’yê bidin. 
 
* Welatiyên astengdar têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn û gotin ku şer hejmara astengdaran zêde dike û banga mezinkirina dengê aştiyê kirin. 
 
* “Mihrîcana Jin, Xweza û Çandê” ya li navçeya Gimgimê dê bi meşekê dest pê bike. (10.00) ZINDΠ
 
* Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê dê li Çand Amedê konferansa “Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok” li dar bixe. (10.00) 
 
* Şaxa MEBYA-DER’ê ya Amedê dê li Eywana Dawetan a Kaplan City’ê bi dirûşma “Aştî û Civaka Demokratîk” 04’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. (11.00) ZINDÎ
 
* Platforma Parastina Zozanên Hesandin a Pasûrê dê li dijî madenan li Hesandinê daxuyaniyê bide. (13.00)