Siddik Guler sewqî ATK’ê hate kirin

  • rojane
  • 11:35 25 Hezîran 2025
  • |
img

ENQERE - Hat zanîn ku girtiyê nexweş Siddik Guler di 20’ê Hezîranê de sewqî ATK’ê hatiye kirin. 

Girtiyê nexweş Siddik Guler ê 85 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn a Hatayê tê ragirtin, bi biryara dozgeriyê mehek piştre sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hate kirin. Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê, li ser daxwaza parêzerên Guler ku nexweşiyên wî yên weke alzheimer, dil, hîpertansiyon û romatîzmayê hene û neçarî erebeya astengdaran e, biryara sewqkirina ATK’ê da. 
 
Ji bo Guler sewqî ATK’ê were kirin, dozgeriyê di 21’ê Gulanê de nivîs ji girtîgehê re şand. Dozgeriyê xwest ku bêyî astengiyeke were derxistin, Guler di nava 3 rojan de sewqî ATK’ê were kirin. rêveberiya girtîgehê jî ji bo sewqkirina Guler agahî da cendirmeyan. Lê cendirmeyan destûr nedan. 
 
DI 20’Ê HEZÎRANÊ DE HATE SEWQKIRIN
 
Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ku bi rewşa Guler re eleqedar dibû, li girtîgehê û ATK’ê geriya. Sekreteryaya Serokatiya ATK’ê da zanîn ku Guler di 20’ê Hezîranê de anîne ATK’ê. ATK’ê got ku Guler hatiye muayenekirin lê rapora wî hêj nehatiye amadekirin. 
 
Guler hêj di girtîgehê de ye.