Konseya Ewropayê dê di Îlonê de ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan binirxîne

  • rojane
  • 15:15 25 Hezîran 2025
  • |
img

STENBOL - Komîteya Konseya Ewropayê ragihand ku dê di meha Îlonê de bi rojeva “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan û Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan bicive. 

 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ragihand ku dê di Îlona 2025’an de bi rojeva “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicive. Komîteyê, da zanîn ku di civîna xwe ya 12’ê Hezîranê de rojeva bi navê “Koma Gurban” li lîsteya rojeva civîna di meha Îlonê de zêde kiriye. Dê komîte di vê çarçoveyê de ji bo cîbicîkirina mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan, binirxîne ka Tirkiyeyê berpirsyartiyên xwe bicih aniye yan na. 
  
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ragirtina kesekî/ê ya bêyî mafê berdana bişert a heta dawiya emrê xwe di girtîhê de, weke binpêkirina “Qedexeya îşkence û miameleya xerab” a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) qebûl dike. Di vê çarçoveyê de, di 18’ê Adara 2014’an de ji bo Abdullah Ocalan biryara “binpêkirina mafê hêviyê” da. DMME’yê, ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo bikaranîna “Mafê hêviyê”, di qanûnên xwe de sererastkirinan bike. DMME’yê, ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî heman biryar da. Lêbelê tevî bi ser biryarê re 11 sal derbas bûne jî heta niha Tirkiyeyê têkildarî biryara “binpêkirinê” tu gav neavêtiye. 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 9’ê Tebaxa 2022’yan de bi daxwaza ku biryara DMME’yê were cîbicîkirin, serî li Komîteya Wezîran da. Tirkiyeyê, li dijî serlêdanê bersiv da û got: “Berdana bişert a girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn pêkan e lêbelê hinek sûcên îstîsnaî ji vê dibêtiyê bêpar hatine hiştin.” 
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di civîna xwe ya 17-19’ê Îlona 2024’an de cara ewil biryarên binpêkirinê yên DMME’yê xist rojeva xwe. 
 
'HEWCEYE MEKANÎZMA WERE AVAKIRIN
 
Nûnerên komîteyê, biryara binpêkirinê ya bi sernavê “Koma Gurban/Tirkiye”yê xist rojeva xwe. Nûnerên komîteyê, biryarên binpêkirinê yên DMME’yê yên têkildarî cezayê muebbeda girankirî bi bîr xist. Nûneran, bi awayekî yekser nebe jî qala “muafgirtina” kesên di koma behsa xeberê de cih digirin (Abdullah Ocalan jî di nav de) kir. Di biryarê de wiha hate gotin: “ (...) nabe ku nûveyeke binpêkirinê ya bi vî rengî, weke dibêtiya berdana di demekê nêz de were fêmkirin. Lêbelê meqamên neteweyî di çarçoveya standartên dadgeha neteweyî diyarkirî de pêwîst dibîne ku ji bo her kesî mekanîzmayeke lêkolînê were vekirin. Ev yek hatiye bibîrxistin.” 
 
Di beşa “Têkildarî tevdîrên giştî de” ev 4 xal hatin rêzkirin: 
 
 * Bicihanîna van biryaran dê bike ku cezayê hefsê yê kesên muebbeda girankirî piştî demên asgarî jinûve bên nirxandin. Ji bilî rewşa ku kesên muebbeda girankirî yên hêj mercên cezakirin û pêximkeriyê bi cih ne anîn û ji bo civakê hêj xetere, dê ji bo avakirina mekanîzmayên ku dibêtiya berdanê pêşkeş dike rê veke. Ji bo vê jî hewcehî bi qanûnan û tevdîrên guncav hene û ev yek hatiye bibîrxistin. 
 
* Ji bo cîbicîkirina vê armancê tu pêşketin çênebûne û ji ber vê rewşê jî fikareke mezin heye. Bi awayekî xurt hate teşwîqkirin ku rayedar, ji tecrûbeyên mekanîzmayên di vê mijarê de yên dewletên endam sûdê bigirin û demek beriya demekî tevdîrên pêwîst bigirin. 
 
* Careke din bang li rayedaran kir ku têkildarî hejmara kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn û yên bêyî ku rewşa wan were nirxandin hêj girtî ne, agahiyan bide. 
 
* Biryar hate dayin ku ev kom (Koma Gurban) di civîna Îlona 2025’an de careke din were lêkolînkirin. Pirsgirêkên têkildarî vê komê ev demekî dirêje berdewam dikin û bi agahiyên heyî re pêşketin kêm e. Di vê çarçoveyê de; heke heta wê dîrokê pêşketineke şênber a ku derfetê dide nirxandineke erênî çênebe, ferman ji Sekreteryayê re hate dayin ku pêşnûmeya biryara navberê amade bike. 
 
MA / Dîren Yurtsever 
 
 
 

Sernavên din

15:45 Li gelek bajaran merasîma bibîranînê: Xeyalên wan nîvco neman
14:44 Encamnameya ‘Komxebata Dayikan’: Erka jinûve avakirinê li pêşiya me ye
14:43 Tulay Hatîmogûllarî: Ji bo vekirina rêya aştiyê divê hevrûbûn çêbe
14:41 Li Uşak û Afyonê şewat derket
12:51 Li Îzmîrê qetlîama jinan
11:56 Bibîranîna 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’: Divê hevrûbûn çêbe, kiryar bên darizandin
10:48 Kesên diçin seyranê Newala Qoriyê qirêj dikin
10:43 Li Stenbolê 4 şevnişîn şewitîn
09:52 Di berga kovara Jinê de merasîma dîrokî
09:33 Li ser rêya Kobanê rêwiyekî xeyalan: Hogir
09:14 DAIŞ’îyên ku êrişê Siwêdayê kirin beşdarî weşana zindî bûn!
09:08 Tevî qedexe û ferzkirina koçberiyê jî dest ji Sûrê berneda
09:05 Ari ku merasîmê temaşe kir: Divê imhaya 100 salî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2025'AN
19/07/2025
19:59 Girtiyê ku berdana wî du caran hat taloqkirin serbest hat berdan
18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat