NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd bi veşarî darve kir û beriya darvekirinê nehişt girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.
Zextên rejîma Îranê berdewam in. Girtiyên Kurd ên bi navên Idrîs Alî û Azad Şoecaî yên ji Rojhilat û Resûl Ahmed Resûl ê ji Silêmaniyeyê ku li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê dihatin ragirtin, îro di danê sibehê de ji hêla rejîmê ve hatin darvekirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, ragihand ku darvekirina girtiyan hatiye veşartin û mafê hevdîtina bi malbatê re nedane girtiyan.
Li gorî nûçeya Hengawê; her sê girtî di Tîrmeha 2023’yan de ji hêla Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ve hati binçavkirin û birin navenda binçavkirinê ya li Urmiyeyê. Li vir rastî îşkenceyên giran hatin. Hat diyarkirin ku bi darê zorê û bi rêya îşkenceyê gotin bi girtiyan dane kirin û mafê wan a darizandina adilane hatiye binpêkirin.