Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Li ser atletê wê xwîna aîdî jinekê hatiye tespîtkirin
- jin
- 09:04 25/9
Salek di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re derbas bû. Ji parêzerên dosyeyê Medîne Tûrantaylakê diyar kir ku ji bilî DNA'ya ku di destpêkê de aîdî du mêrên cuda hatibû dîtin, nimûneyeke xwînê jî li ser tîşortê Rojîn Kabaîşê hatiye tespîtkirin, lê belê hê jî nehatiye tespîtkirin ku DNA û nimûneya xwînê aîdî kê ne.