Parêzer wê rapora pisporan a Şule Çet pêşkêşî dadgehê bikin
- jin
- 10:02 09/7/2019
Parêzer wê di danişîna 3'emîn da doza Şule Çet de rapora pisporên saziya tipa edlî pêşkêşî dadgehê bikin.
Parêzer wê di danişîna 3'emîn da doza Şule Çet de rapora pisporên saziya tipa edlî pêşkêşî dadgehê bikin.
Hevşaredarên jin ên HDP'î behsa projeyên xwe yên dê pêk bînin kirin. Hevşaredarên jin bilêv kirin ku saziyên jinan ên ji aliyê qeyûm ve hatin girtin û pasîfkirin ji nû ve vedikin û wê xizmetên wan ên di vî warî de dewam bikin.
Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê, diyar kir ku din ava 4 mehan de 954 jinan serî li wan dane, 418 jin rastî tundiya fîzîkî hatine, hezar û 716 zarok rastî tundiyê hatine û ewlekariya canê 258 jinan di talûkê de ye.
Platforma Jinan a Dersîmê, li dijî geşedanên tacîzê yê Zanîngeha Munzurê li avahiya KESK'ê daxuyanî da û xwest der barê Cem Tekînoglu de lêpirsîn bê destpêkirin û îdîa bên ronîkirin.
Gulcan Akin Felekoglû hesinkeriyê dike, anî ziman ku wê îlham ji efsaneya Kawayê Hesinkar girtiye û ji zarokatiya xwe ve vî karî dike.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, ji bo bûyera tecawizê ku li Bazîdê mamosteyekî tecawizî zarokeke 12 salî kiribû û hatibû xwestin mamoste bi zarok re bê zewicandin, diyar kir ku ev feraseta mantiqa navbeynkariyê ya AKP'ê ye.
Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên herêmî ya Demokratîk a HDP'ê li Wanê dest pê kir. Di komxebatê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, diyar kir ku rêvberiyên herêmî qada siyaseta ku hemû nasnameyan di nava xwe de diparêze û demokrasiya radikal esas digire ye. Taşdemîr xwest jin ji vê rêveberiya herêmî re pêşengiyê bikin û dem dema jinê ye.
Meclisa Şaredariya Hezroyê biryar girt ku ji bo girtina xebatkarên îdarî û teknîkî dê ji sedî 50 kotaya jinê pêk bîne.
Goksal Saglam, wexta ji girtîgehê derketibû Habîbe Çevîk ku hevjîna wî bû û dev ji hevdu berdabûn û xwişka wê Fatma Akdagê kuştibû. Derket holê ku dadgehê ji ber şidet pêk aniye hezar û 500 lîre cezayê pereyî li Saglam biriye.
Jinên HDP’î, sersaxî ji malbata Canan Akar a li navçeya Peyîzava ya Wanê bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da xwest û malbat ziyaret kirin.
Li Tetwanê, jinên ku bi destkariyê zendik, ristik û tiştên honandinê dikin û li ser dezgehan difiroşin, ji ber krîza aborî rewşa karê wan nebaş e.
Salîh Akman ê AKP’î yê YSK’ê mazbata Yilmaz Berkî û Ayşe Mînaz ên HDP’î ku ji bo Hevşaredariya Tûşbayê hatibûn hilbijartin da yê, di civîna meclîsê ya duh hat lidarxistin de, heqaret li Mînaz kir.
Parêzer Dîlan Kûnt, diyar kir ku ji bo mafê nefeqeyê yên jinan bi tu awayî neyên sînordarkirin divê rêxistinên civaka sivîl bi her awayî tev bigerin û got: "Em ê destekeftiyên xwe ji dest bernedin. Ji bo vê jî em ê heta dawiyê têbikoşin."
Endama Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê îlknûr Şaybak ku ji bo rawestandina tacîz, tecawiz û tundiyê xebatan dimeşîne diyar kir ku dixwazin hemû jinan li dijî zihniyeta zilam bi rêxistin bikin.
TJA'yê Zeynep Kinaci (Zilan bi bîr anî û got: "Ew remz û kesayeta eşqa azadiyê ya serî netewan diye. Kinaci afirînera serdema nû û rêya dîroka berxwedanê guherandiye."