2'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê: Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan
- jin
- 15:32 08/2/2020
Li Stenbolê 2'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê bi pêşengiya Piştevaniya Mor bi dirûşma “Di têkoşînê de israr û di azadiyê de israr" îro pêk tê. Jinan di konferansê de bal kişandin ser yekitiya jinan û têkoşîna hevpar û gotin: "Jin bi hev re bi hêz in."