ESP’ê binçavkirina jinan şermezar kir Binçavkirin, êrîşa nasnameya jina azad e
- jin
- 12:57 26/7/2020
Cîgira Hevserokên Giştî yê ESP'ê Beycan Taşkiran, binçavkirina 9 jinên ku Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û Berdevka SKM'ê Hatice Denîz Aktaş jî di navde ne, şermezar kir û got: "Binçavkirin êrîşa li dijî nasnameya jina azad e. Em bang dikin ku her kes li dijî vê êrîşê li ber xwe bidin û ji bo pêşerojek azad û bi rûmet dakevin qadan."