TJA: Em ji DAİŞ'ê netirsiyan ji we jî natirsin
- jin
- 15:53 22/9/2020
TJA’yê li Edenê starta kampanya xwe ya “Em Xwe Diparêzin” da û got, ‘Em jği DAIŞ’ê netirsiyan, em ji we jî natirsin” û banga piştgiriya kampanyayê kir.
TJA’yê li Edenê starta kampanya xwe ya “Em Xwe Diparêzin” da û got, ‘Em jği DAIŞ’ê netirsiyan, em ji we jî natirsin” û banga piştgiriya kampanyayê kir.
Meclisa Jinan a HDP’ê, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a Komîsyona Ewropayê (KE) Petra Bayr re hevdîtin kir.
Koma Jinan a HDP’ê ya Parlamentoyê bi armanca xwe baştir bigihînin daneyên tundiya li dijî jinan pêk tê, têkildarî 81 bajarên Tirkiyê 162 pêşniyazpirs dan wezîran.
Li Êlihê 6 jinên endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ku di çarçoveya kampanya TJA’yê ya “ Em Xwe Diparêzin” de hatin gel hev û qurdeya mor a li ser “Peymana Stenbolê didin jiyandin” nivisandî daleqandin, hatin binçavkirin.
Li navçeya Muratpaşa ya Antalyayê Dûygû Çelîkten a 13 roj in winda ye cenazeyê wê li qada daristanê veşartî hat dîtin.
Aktîvîstên TJA’yê li Mêrsînê kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ da destpêkirin û diyar kirin ku ew ê li dijî her cûre êrişan xwe biparêzin.
Endama Piştevaniya Mor Yeşîm Guzel da zanîn ku êrişên li dijî jinan zêde bûne veguherîna qirkirina zayendê û li dijî vê xweparastin girîng e û divê hemû jin rêxistina xweparastinê bikin.
TJA'yê li Denîzlî û Stenbolê starta kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Em Xwe Diparêzin" da û got: "Em li dijî hişmendiya serdest a zilam, bi bîrdoziya azadiyê jinê dikevin rê."
Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgên Yeşîlbogaz, di bîranîna xwendekara zanîngehê Feray Şahîn a ji aliyê polîsekê ve hat qetilkirin de axivî û got: “Ger qanûn bên bi cih anîn, wê mafê jinan bê parastin.”
Berpirsyara Bajar a ÛCÎM’ê ya Agiriyê Sumeyye Goksû, diyar kir ku berteka li dijî kuştina jinan a li Agiriyê kêm dimîne û ji kuştinên jinan ên li bajar ew hemû berpirsyar in.
TJA'yê li Wanê starta kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Em xwe diparêzin" ku wê 4 mehan berdewam bike da. Jinên tevli şahiyê bûn bi kincên xwe yên kurewar li gel govendê gotin "Em xwe diparêzin".
Komîteya Têkoyîna Cûdakarî û Wekheviyê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa piştgirî da Peymana Îstanbul. Platforma Jinan a Îskenderunê jî bang li hemû partiyên li meclîsê kir û xwest di mijara têkoşîna li dijî tundiyê de Nexşerê/Plana Çalakiyê ya hevpar amade bikin.
Li Colemêrgê, bi tevlîbûna Hevserokê KCD’ê Leyla Guven, di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzin” de çalakiyek hat lidarxistin.
Dayika Kubra Taşdemîr ku beriya 3 mehan li navçeya Avkevirê ya Agiriyê bi awayekî guman mirî hatibû dîtin Raziye Samanci, diyar kir ku sedemê mirina keça wê xesiya wê û xwest ku berpirsyarên mirina keça wê bên darizandin.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, diyar kir ku HDP’ê bi “Danezana Banga Aştiyê” bangî hemû beşan kiriye û ev tişt got: “Werin em bibin deng û bêhna vê bangê. Ne ji ber ku em di rewşeke zor de ne daxwaza aştiyê dikin. Beyî ku dereng bikeve em vê xakê bi dîlanên aştiyê bixemilînin.”