Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin
- jin
- 09:00 04/3/2021
Jinên amedî gotin ew di erefeya 8’ê Adarê de hêvî dikin ku jin neyên qetilkirin û xwestin zordarî û kedxwariya li ser jinan bê rakirin û qanûn bên pêkanîn.
Jinên amedî gotin ew di erefeya 8’ê Adarê de hêvî dikin ku jin neyên qetilkirin û xwestin zordarî û kedxwariya li ser jinan bê rakirin û qanûn bên pêkanîn.
Endama TAJÊ Hena Elyas, der barê xebatên 8'ê Adarê yên jinên êzidî de axivî û got: "Em ê îsal 8'ê Adarê bi pêşengiya jinên ku ketine destê DAIŞ’ê û rizgar bûne, pîroz bikin."
Li Bagcilara Stenbolê polîsan meşa jinan asteng kir. Li ser astengkirinê jinan şahî li dar xist. Parlamenter Feleknas Ûca bertek nîşanî astengiyê da û got: “Em ji pergala ku me kiriye tecrîdê re dibêjin hodrî meydan.”
Bi pêşengiya Meclisa Jinan a HDP’ê û TJA’yê li gelek bajaran jinan çalakî û şahî li dar xistin û daxuyaniya “Serhildana jinan a ji 1857’an dest pê kir didome” dan.
Aktîvîstên TJA'yê û Meclisa Jinan a HDP'ê li navçeyên Basa, Sîlopî û Hezexê bi wesîleya hefteya 8'ê Adarê li jinan qerenfîl belav kirin.
Li gorî danayên JINNEWS’ê berhev kirin, di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin.
Li Mûşê Kazim Altinmakas hevjîna xwe Fatmay Altinmakas kuştibû. Di îdianameya derbarê bûyerê de hat amadekirin ji bersûc Kazim Altinmakas re cezayê girankirî yê heta hetayê tê xwestin.
Li seranserê cîhanê amadekariyên ji bo 8'ê Adarê didomin. Ji 8 welatan 8 jinan got: "Em bi hev re, li gel hev in. Me rêyeke dûr û dirêj kudand. Ancax em dikarin bi hev re bi ser bikevin. Heya niha hêzeke kolektîf a bi vî rengî çênebûbû."
Li Artvînê jinên ku amadekariyên 8'ê Adarê dikin, anîn ziman ku dê bi awayekî bihêztir û rengîtir dakevin kuçeyan.
Jinên ku me ji bo 8’ê Adarê mikrofona xwe dirêjî wan kir, bal kişandin ser sedemên zêdebûna tundiya zilam û ev bertek nîşan dan: “Bila polîtîkayên necezakirinê bi dawî bibin. Peymana Stenbolê bê cih anîn û em dixwazin di kolanan de azad bigerin.”
Bi hezaran jin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di çerçoveya bernameya 8'ê Adarê de li Kobanê û Hesekê meşên girseyî li dar xistin.
Bi pêşengiya TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya 8’ê Adarê de li gelek bajaran çalakî û şahî hatin lidarxistin. Jinan destnîşan kir ku ew ê li ber êriş û zextên îqtîdarê rabin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Jin Bi Hevre Bi Hêzin, bertek nîşanî astengkirina çalakiyên xwe da û bang kir ku polîs û walitî dest ji astengkirina bikaranîna mafên wan ên demokratik berdin.
Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de TJA'yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist.
Dayika Aştiyê Adalet Çay a ku 5 mehin di hepsa malê de ye, kelepçeya elektronîk li piyê wê xistin. Çay a bertek nîşanî vê pêkanînê da, wiha got: “Ji ber ku min aştî xwest, lingê min kelepçe kirin.”