‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
- jin
- 12:31 07/10/2022
Endamên Platforma Jinan a Enqereyê bertek nîşanî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarselê dan û gotin: “Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jinên kurd bijî.”
Endamên Platforma Jinan a Enqereyê bertek nîşanî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarselê dan û gotin: “Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jinên kurd bijî.”
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn qala Gurbetellî Ersoz kir û wiha got: “Yek ji şahidiya herî mezin min kirî ew bû ku Gurbetellî bi heman awayî nêzî her kesî dibû. Heta di girtîgehê de jî xwe azad hîs dikir û jineke şanaz bû. Em bo Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin deyndar in.”
Edîtora Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Seydaoglû destnîşan kir ku tevgera jinên kurd ji ber ku bi awayekî pergalî mudaxileyî pêkhateya heyî dike bûye hedefa pergala serdest a zilamsalarî û wiha got: "Jin suîqasta li hemberî Nagîhan Akarsalê wekî êrişa li azadiyê dihesibînin. Lewma soz dan ku dê têkoşîna Nagîhanê bilind bikin."
MKGP dê bi wesîleya Roja Rojnamegerên Jinên Kurd li pêşiya Girtîgeha Jinan a Amedê daxuyanî bide.
Jinan, l Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Êlihê bi meşekê şermezar kirin û wiha gotin: “Yên ku têkoşîna jinan a bi felsefeya Ocalan hatiye afirandin hedef digirin, nekarîn bi me paşvegav bidin avêtin. Armanca komployê, tunekirina destkeftiyên gelê kurd bû.”
Ji bo protestokirina qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Jinan ev peyam dan: “Em ê bi ruh û mîrasa Nagihanê, têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Kovara Jineolojiyê diyar kir ku êrişa li dijî Nagîhan Akarsel, li dijî têkoşîna azadiyê ya jinên kurd e û wiha got: "Roj roja pêşxistina fikra berxwedanê û azadiyê ku Nagîhanê diparast, pêşvedibir e."
Di danişîna doza girtina KCDP’ê de malbat weke şahid hatin guhdarîkirin. Malbatan got; “Li Tirkiyeyê komeleyên ku destdirêjiyê li zarokan dikin hene. Çima van komeleyan nagirin lê hewl didin komeleya ku dixwaze pêşî li ber qirkirina jinan bigire, bigirin. Em vê qebûl nakin.”
Platfoma Yekitiya Jinên Kurd li dijî qetilkirina nivîskar, rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel daxuyanî da û wiha got: "Em kuştina Nagihan Akarselê lanet û şermezar dikin. Banga me ji bo hikûmeta Başûr ew e ku kujerên Akarsel bigirin û bidarizînin."
Girtiya nexweş Besra Erol ku kurek wê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest daye û kurek wê jî di girtîgehê de ye, çendî rewşa tenduristiya wê xirab bûye jî nayê berdan.
Li Amedê qetilkirina Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê hat şermezarkirin. Jinan destnîşan kir ku dê çanda berxwedanê ya Akarselê bi ronakbîriya jinê bidome.
Meclisa Jinan a HDP’ê dê bi mebesta protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li 51 bajaran çalakiyan li dar bixe.
Li gelek bajaran jin daketin qadan û qetilkirina Endama Lêkolînkirina Jineolojiyê protesto kirin. Jinan got ku Nagihan Akarsel li dijî pergala serdest a mêr, sedema serhildana wan e.
MKGP’ê bi daxuyaniyekê raighand ku bi qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel re têkoşîna jinan û heqîqetê hedef hatiye girtin û got: “Pênûsa Nagihan Akarsel dê li erdê nemîne.”
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel demekî dirêj ji bo avakirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê xebat dimeşandin.