Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin

  • jin
  • 09:00 29 Hezîran 2025
  • |
img
RIHA - Jin li Wêranşerê ji bo protestokirina komkujiyên li dijî jinan mejiyan. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi meşekê komujiyên li dijî jinan protesto kir. Meş û daxuyanî li Parka Şaredariyê hat lidarxistin. Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun û gelek jin tev li bûn. Di heman demê de jinên li parkê hatin agahdakririn û piştre li ser navê jinan Gulsum Ocalan axivî. 
 
Gulsum Ocalan, komkujiyên li dijî jinan ên di demên dawî de zêde bûne bi bîr xist û got: “Em dizanin, ya ku jinan qetil dike zîhniyeta mêr-dewletê û polîtîkaya necezakirinê ye. Lewma em her tim dibêjin ‘Cînayetên jinan polîtîk in’. Banga me ji bo hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk e; em bi hev re ji komujî, tacîz û tecawiza li dijî jin û zarokan re bibêjin bes e. Em ê li dijî komkujiyan bêdeng nemînin.” 
 
Piştî axaftinan, çalakî bi berzkirina dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û bi lêxistina çepikan bi dawî bû.