ŞIRNEX - Sebahat Atabey ku li Ceyhanê hate qetilkirin, li Cizîrê ji hêla jinan ve hate definkirin.
Sebahat Atabey li Taxa Belediyeevlerî ya navçeya Ceyhan a Edeneyê ji hêla Eyûp Atabey ve hate qetilkirin. Piştî karûbarên li Saziya Tipa Edlî, cenazeyê Sebahat Atabeyê anîn navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê li Goristana Asriyê hatin gel hev, darbesta Sebahat Atabey hilgirtin û heta cihê gora wê meşiyan.
Cenazeyê Sebahat Atabeyê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate definkirin.