AMED - Mesût Sevîktek û Îsa Oran li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Malbata Endamê Yekîniyên Parastina Sivîlan (YPS) Mesût Sevîktek (Delîl Amed) ku di 23'yê Kanûna 2025'an de di bûyerên Sûrê de jiyana xwe ji dest dabû li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoya Amedê hat bibîranîn. Bîranîn bi beşdariya endam û rêveberên MEBYA-DER'ê pêk hat. Her wiha li gel Mesût Sevîktek, hevalê wî Îsa Oran (Êriş Mordem) jî pê re jiyana xwe ji dest dabû, hat bibîranîn. Di bîranînê de gelek kes li ser goristanê amade bûn.
Hevseroka MEBYA-DER'ê Gurbet Sevîktekê li ser goristana apê xwe Delîl Amed axivî û got: “Her du hevalên me li navçeya Sûrê şehîd katin û 10 sal di ser şehîdbûna wan re derbas bûn. Dema ku me cenazeyên wan dît her du jî li erdê bûn. Ew şer şerê derûniyê bû. Di şexsê her du şehîdan de em hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Van şehîdan ji bo azadiya Rêber Apo û rizgariya gel bi salan e canê xwe didin. Weke malbat çi ji dest me bê em ê bikin.”
