NAVENDA NÛÇEYAN - Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir. 2 şervanên HSD'ê û 2 sivîl birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê ragihand ku komên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê bi droneke xwekujî êrîşî derdora bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê kir û di encamê de 2 sivîl û 2 şervan birîndar bûn.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê bi dronek xwekujî êrîşî derdora Dêr Hafirê kir, 2 sivîl û 2 şervan birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berêvara îro, komên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê bi droneke xwekujî êrişî gund û deverên derdora Dêr Hafirê kir, di encamê de 2 sivîl birîndar bûn. Lê dema şervanên HSD’ê hewl dida wan birîndaran rakin nexweşxaneyê ew jî hatin hedefgirtin û birîndar bûn.
Li gorî navendê, hedefgirtina tîmên ambulancê û nuqteyên tibî rageşiyek gelek xeternak e û binpêkirina tevahî qanûn û rêgezên navneteweyî ye, Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê berpirsa vê rageşiyê û bandorên wê û tu gefên li dijî ewlehiya herêmê û jiyana sivîlan e.
Navenda Ragihandina HSD’ê diyar kir ku hêzên wan di erkên xwe yên parastina sivîl û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî rexmê hewldanên bi zanebûn de berewam in û mafên wan ên rewa heye ku bersiva tevahî tehdîd û êrişan bidin ku parastina hêz û herêmên xwe bikin.
