AMED - Biryara “Hewcehî bi ÇED'ê nîne" ya ji bo lêgerîna petrolê ya li gundê Şemamiyê yê Sûrê hatibû dayin, ji aliyê dadgehê ve hat betalkirin.
Walîtiya Amedê ji bo şîrketa DYA’yê ya TransAtlantic Petroleum lêgerîn û hilberîna petrolê li gundê Şemamiyê yê Sûrê bike, biryara “Hewcehî bi Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) nîne” dabû. Biryara walîtiyê ji aliyê Dadgeha 4’emîn a Îdarî ya Amedê ve hat betalkirin. Dadgeha ku îtiraza Komîsyona Hawirdor û Bajêr ya Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê lêkolîn kir, diyar kir ku dosyaya danasînê ji warê zanistî û teknîkî de kêm e û ji bo erdên çandiniyê û çavkaniyên avê xetereyek cidî vedihewîne.
NIRXANDINA PISPORAN
Dadgehê di biryarê de cih da raporên pisporan, di rapora şandeya pisporên 7 qadên cuda de, hat destnîşan kirin ku di qada projeyê de erdên biav ên çandinê cih digirin û di dosyaya danasîna projeyê de tu xebatên hîdrolojîk û hîdrojeolojîk cih negirtiye.
DANEYÊN ŞAŞ
Dadgehê, destnîşan kir ku daneyên jeolojîk ên di rapora pisporan ên ku di dosyaya danasîna porojeyê de cih girtine şaş in û nexşeyên erdhejê kevn in herwiha di vî warî de tu tespîtek nehatiye kirin.
BIRYARA TÊKILDARÎ ÇED’Ê HAT BETALKIRIN
Dadgehê, di biryarê de rapora pisporan esas girt û diyar kir ku “projeya ku der heqê wê de biryara ‘ÇED hewce nîne hatiye dayîn’, ne xwediyê planên kêmkirina rîskên hawirdorê ye”, herwiha dadgehê biryar da ku proje ne li gorî hiqûqê ye.
