NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî, Mistefa Nîlî ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê li ser muwekîla wî rakiriye û da zanîn ku wê dosyaya wê jinûve were lêkolînkirin.
Mistefa Nîlî yê ku parêzerê girtiya siyasî ya jin a Kurd Werîşe Mûradî ya ku ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, têkildarî betalkirina cezayê darvekirinê yê li ser muwekîla xwe daxuyaniyek da.
Parêzerê Werîşe Mûradî, Mistefa Nîlî got; “Dadgeha Bilind a Îranê piştî lêkolîna li ser dosyaya muwekîla min kir, Şaxa 10’emîn ya Dadgeha Şoreşê ya Îranê, cezayê darvekirinê ku li muwekîla min hatibû birîn, rakir.
Sedema betalkirina vê biryara cezayê darvekirinê ewe ku di dema darizandinê de tometa sereke ku bingeha ferzkirina cezayê darvekirinê bû, ji bo wê ev cezaye lê hatibû birîn. Lewra ji muwekîla min re hatiye ragihandin ku dosya careke din ji bo jinûve lêkolîn li ser bê kirin, wê biçe Şaxa 10’emîn ya Dadgeha Şoreşê ya Îranê.”
Li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî, bi tohmetên ewlehiyê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Niha, bi betalkirina vê biryarê, divê doz jinûve bi baldarî were nirxandin.
