SÊRT – Girtiyê nexweş Mehmet Emin Çam ku di girtîgehê de du caran krîzê li dil xist, meha borî çar caran sewqî Zanîngeha Dîcleyê hat kirin. Keça Çam diyar kir ku bavê wê di dema sewqkirinê de bi awayekî kelemçekirî di wesayîta rîngê de hatiye sekinandin û tenê carekê xwarin dane wî û got ku bavê wê gotiye, "Bila êdî min nebin nexweşxaneyê."
Mehmet Emin Çam (73) ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve wekî girtiyekî nexweşê giran tê navnîşkirin û tevî du krîzên dil jî daxwazên wî yên berdanê hatine redkirin, rewşa wî ya tenduristiyê krîtîk e. Keça wî Şîmel Çam ku di 3'yê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Êlihê serdana bavê xwe kir, got: "Bavê min heta ku gihîşt kabîna serdanê xwe bi dîwaran ve girt. Ew ji her demê zertir û zihîftir bû. Bi zorê li ser pêya dima."
Şîmel Çamê bi bîr xist ku bavê wê di warê ruhî de jî nebaş bûye û got: "Ez 15 deqîqeyan li bendê mam ku şîfreya telefona xwe û hejmara nasnameya xwe bi bîr bîne; lê ew nekarî bi bîr bîne, gardiyan hat; piştî ku wî şîfre û hejmara nasnameya wî nivîsand, min karî pê re biaxive."
DI MIJDARÊ DE 4 CARAN SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ HATIYE KIRIN
Şîmel Çamê diyar kir ku bavê wê bi gelek nexweşiyan re têdikoşe û wiha pirsî: "Bavê min di meha Mijdarê de çar caran sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê hat kirin. Rewşa wî ya tenduristiyê êdî nikare şert û mercên girtîgehê hilgire. Gelo ma divê girtiyên nexweş di tabûtan de ji girtîgehan derkevin?"
Şîmel Çamê destnîşan kir ku bavê wê tevî nexweşiya giran bi rîngê birine Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê û vê yekê wekî îşkenceyê bi nav kir. Şîmel Çamê got: "Di 25'ê Mijdarê de bi gumana nexweşiya tûberkulozê dîsa birine nexweşxaneyê. Berî wî bibin taştê dane wî, lê ji ber ku testên tûberkulozê divê bi zikê birçî bên kirin, bêyî test bikin ew vegerandine girtîgehê."
LÊGERÎNA LI HUNDIRÊ DEV LÊ FERZ KIRINE
Şîmel Çamê got ku bavê wê di serdaneke girtî de ev tişt jê re gotiye: "Li gel min nexweşên ku bi sûcên din dihatin tawanbarkirin jî hebûn. Lêgerîna li hundirê dev tenê li min hat ferzkirin. Ji sibê heta êvarê, ez neçar mam ku di wesayîta rîngê de, bi kelepçeyê bim. Tenê carekê xwarin dan min: perçeyek nan û firingî. Dema ku ez birim cem bijîşk, cendermeyan bi dengekî bilind got, 'Mehkûmê rêxistina terorîst' û helwesta bijîşkan guherî. Ji min re ravenekirin ka çima ez anînîme vir û encam çi ne. Ji ber vê yekê min got, 'Bila êdî min nebin nexweşxaneyê.'"
BANGAWAZÎ
Şîmel Çamê bilêv kir ku mafên mirovan têgeheke gerdûnî ye ku ji bo misogerkirina rûmet û edaletê ya mirovan derketiye holê û got: "Lêbelê, di pratîkê de, em dibînin ku ev nirx çawa tên binpêkirin. Her kes dizane ku tenduristiya bavê min ji bo şert û mercên girtîgehê ne guncaw e. Wekî malbata wî, em bang li Wezareta Dadê û Tenduristiyê dikin. Em daxwaza berdana wî û hemû girtiyên nexweş dikin."
MA / Ozan Bayindir
