NAVENDA NÛÇEYAN – Damezînerê Koma Amed a ku dê piştî 30 salan li Amedê konserê bide, Evdilmelîk Şêxbekir bi berhem û bi afirandina kevneşopiya hunera şoreşgerî ve bû navekî nemir.
Kevneşopiya hunera şoreşgerî ya di salên 1990’î de li ser têkoşîna gelê Kurd hat afirandin, mohra xwe li dîrokê da. Koma Amed yek ji komên pêşengên muzîka Kurdî ye û bi berhemên xwe yên girîng ve derketiye pêş. Koma Amed a ku dê piştî 30 salan li Amedê konsere bide coşeke mezin di nava gel de ava kir.
Bi vê boneyê divê damezînerê Koma Amed Evdilmelîk Şêxbekir ê ku îro jî bi evîneke mezin stran û klamên wî tên gudharkirin, bê bibîranîn.
JI AMÛDÊ BER BI AMEDÊ VE
Evdilmelîk Şêxbekirê ku navê wî kêm tê zanîn lê bi berhemên xwe ve nemir bûye, di nava malbatê de navê wî Melek e û di sala 1968’an de li bajarê Amûdê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûye. Evdilmelîk Şêxbekir ê ku dibistana seratayî li Amûdê xwend, perwerdehiya xwe ya zanîngehê li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Hacettepe berdewam kir. Di sala 1988’an de tevî xwendekarên beşa tibê bi komeke ciwanên Kurd re Koma Amed damezirand.
Koma Amed û Koma Dengê Azadî komên ewil in ku li Tirkiyeyê mûzika Kurdî çêkirine.
JI PÊŞENGÊN MMK’Ê YE
Evdilmelîk Şêxbekir ê ku bêyî mûzîkê di hunerên din de jî şareza bû di sala 1990’î de derbasî Tiba Çapa ya Zabîngeha Stenbolê dibe û di heman salî de Koma Amed albûma “Kulîlka Azadiyê” derdixe. Gelek stranên di vê albûmê de Evdilmelîk Şêxbekir distirê.
Di sala 1991’ê de Evdilmelîk Şêxbekir bi navê Şengal tê naskirin û di damezirandina Navenda Çanda Mezopotamyayê cih digire. Di vê demê de bi Koma Çiya re dixebite û berî ku kom albûma “Rozerîn” der bixe qada wî ya têkoşînê diguhere û berê xwe dide çiya.
Evdilmelîk Şêxbekir ê ku li çiya navê wî dibe Cûma, piştî salekî li çiyayên Engîzekê di pevçûnekî de jiyana xwe ji des dide.
MALBATA WÎ QALA MELEK KIR
Sînemevan Havîn Saç, di sala 2014’an de bi belgefîlma “Zêmara Derengmayî” ve qala Evdilmelîk Şêxbekir dike.
Xûşka wî Samer û dayika wî Edê di belgefîlmê de qala Evdilmelîk Şêxbekir dikin.
Xûşka wî Samer, rave dike ku ew 2 sal ji wê biçûktir û wiha dibêje: “Melek gelek serkeftî bû. Her tim yekemîn bû. Ji tembûr û ji rismê hez dikir, ji xwendinê hez dikir. Bi çand û siyasetê ve eleqedar bû û dixwend. Li Tirkiyeyê Tiba Zanîngeha Hacettepe ya ku paunên wê bilind e qezenc kir. Li wir hem dixewnd hem jî dixebitî. Carekî hat serdanê û piştre çû û carekê din nehat, me jê agahî wernegirt.”
EVÎNA KURDISTANÊ
Xûşka wî Samer, diyar dike ku piştî 5-6 sal di ser mirina Evdilmelîk Şêxbekir re derbas bû agahî girtine û diyar kir ku ya derbarê birayê wê de tê bîra wê evîna Kurdistanê ye û got: “Ji bo Kurdistanê canê xwe da. Ji bo baweriya xwe canê xwe feda dikir. Pêvajoya ewil a rêxistinbûna Apo’îyan bû. Em hêj jî bawer nakin ku jiyana xwe ji dest daye. Me cenazeyê wî nedît ji ber vê em bawer nakin. Dema li vir jî bû li dijî rejîmê bû û bi tevgerên Kurdan re bû.”
BÎRANÎNÊN DI SINDOQÊ DE
Dayika wî Edê, albûma Kulîlka Azadiyê ya Koma Amed, pirtûk, kovar, wêne û hemû tiştên ku destê Melek lê ketiye û dîtine di sindoqekî de vedişêre.
Evdilmelîk Şêxbekir, ne tenê di dilê malbatê de bi berhemên xwe ve di dilê Kurdistanê de ye û di stran û têkoşînê de dijî.
