STENBOL - Endamê Komîsyona Kedê ya DEM Partî ya Stenbolê Sefa Ozturk diyar kir ku MASAK'ê barê şêwirmendên darayî giran kiriye û dewlet karên xwe yên mîna taşeroniyê li şêwirmendên darayî bar kiriye û xwest ku di vî warî de rêziknameyeke qanûnî ya nû bê çêkirin.
Komîsyona Kedê ya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê, demek berê ji bo balê bikişîne ser pirsgirêkên şêwirmendên darayî raporek weşand. Di raporê de îşaret bi Lijneya Lêpirsîna Sûcên Darayî (MASAK) ya girêdayî Wezareta Xizîne û Darayî ku şêwirmendên darayî neçar dike ku wekî "sîxûr" tevbigerin. Di raporê de ku 135 hezar û 581 hesabgirên giştî yên serbest, şêwirmendên darayî û şêwirmendên darayî yên sondxwarî hatine destnîşankirin, pêşniyaz hat kirin ku mobîng û karê bi zorê yê li ser mensûbên pîşeyî bê nirxandin, dawî li bêhevsengiya di berpirsiyariyê de bê û rêziknameyên qanûnî di vî warî de bên çêkirin.
Endamê Komîsyona Kedê ya Rêxistina DEM Partî ya Stenbolê û şêwirmendê darayî Sefa Ozturk diyar kir ku MASAK barekî giran daye ser milê şêwirmendên darayî û got: "Di encamê de, em wekî şêwirmendên darayî, bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê, em ji ber vî barê giran ku Wezareta Darayî daye ser milê me nerihet in. Wezîrê Darayî got, 'Ma hesabgir û şêwirmendên darayî çi dikin, tenê karê xwe bi tûşekê dikin.' Em ji bo van celeb karan gelek kaxez amade dikin. Ew me xelet nîşan didin. Wekî hevpîşe, me raporek amade kiriye da ku rewşên wiha çareser bikin."
Ozturk diyar kir ku Wezareta Xizîne û Darayî karê ku nikare bi karmendên xwe bike bi hesabgir û şêwirmendên darayî dide kirin û got: "Me wekî koleyan dibîne û van karên xwe bê heq bi me dide kirin. Li welatên din peywirên herî girîng ên dewletê perwerdehî, tenduristî, ewlehî û kontrolkirin e. Lê li cem me dewletê perwerdehiyê û tenduristiyê kiriye qada bazirganiyê û ewlehiyê jî ji bo tepisandina daxwazên civakê bi kar tîne. Li cem me pirsgirêka herî mezin ew e ku kontrolkirin wekî taşornan bi şêwirmendên darayî tê kirin. Bi vî awayî dewlet ji peywirên xwe direve. Li cîhanê tenê li welatê me saziya şêwirmendên darayî ya sondxwarî heye."
'EM Ê BIBIN DENGÊ ŞÊWIRMENDÊN DARAYÎ'
Ozturk, destnîşan kir ku DEM Partî dê bibe dengê şêwirmendên darayî û got: "Di partiya me de gelek hevkarên me hene. Em hewl didin ku van pirsgirêkan di rojeva meclisê de, bi civînên li bajêr yan jî bi amadekirina raporan berbiçav bikin û ji bo çareseriyan zextê li wan bikin. DEM Partî ya Stenbolê demek berê Komîsyona Aboriyê ava kir. Em ji bo vê yekê binesaziyekê çêdikin û li ser dixebitin. Ev duyemîn rapora me ye. Ya yekem ji bo mamosteyan bû, ya duyemîn jî ji bo şêwirmendên darayî ye. Ji niha û pê ve, em ê pirsgirêkên şêwirmendên darayî ji raya giştî re rave bikin û vê mijarê bi berdewamî li meclisê bînin ziman."
Ozturk xwest pirsgirêkên ku şêwirmendên darayî bi wan re rû bi rû dimînin bên çareserkirin.
MA / Omer Îbrahîmoglû
