STENBOL - Endama Meclisa Ciwanan a HDK’ê Helîn Ozdîlekê ji bo meşa ku dê ji aliyê Platforma Ciwanên Welatparêz ve bê lidarxistin, banga tevlibûnê kir û got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo me jiyanî ye.”
Platforma Ciwanên Welatparêz, dê di 18’ê Cotmehê de bi dirûşma “Bi Rêberê azadiyê ber bi jiyana azad ve” li Amedê meşê li dar bixe. Amadekariyên ciwanan ên ji bo meşê didomin. Endamên Meclisên Demokratîk ên Ciwanan sibe dê li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê ji bo beşdarî meşa Amedê bibin meşeke kin li dar bixin û bi wesayîtan ber bi Amedê ve bên oxirkirin.
Endama Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Hêlîn Ozdîlek a ku dê beşdarî meşa Stenbolê bibe, banga tevlibûna meşê kir.
Hêlîn Ozdîlekê qala armanca meşê kir û diyar kir ku dê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaz bikin û got: “Bi dirûşma ‘Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve’ em ê bi ciwan û gelê me re li Sancaktepe bicivin û piştre li ser Sûrên Amedê em ê daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. Azadiya civakê girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Bidawîbûna tecrîda Îmraliyê ya 26 salan û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo me jiyanî ye. Ji bo vê mebestê em ê li ser Sûrên Amedê bicivin.”
BANGA TEVLIBÛNÊ
Hêlîn Ozdîlekê bangî ciwanan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê bangî hemû ciwanan dikin, em bi motîvasyona bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve her kesê vedixwînin Sûrên Amedê. Sibe saet di 20.00’an de piştî hevdîtina li avahiya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê em ê ber bi Amedê ve bi rêkevin. Em li Sancaktepeyê li benda we ne.”