WAN - Kesên tev li komxebata “Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî” bûn, bal kişand ser polîtîkayên înkar û pişavtinê û anîn ziman ku naskirina statuya Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye.
Li Wanê bi pêşengtiya saziyên zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), komxebata “Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî” tê lidarxistin. Di roja ewil a komxebatê de beşdaran bal kişandin ser zext û qedexeyên li dijî Kurdî û têkoşîna hevpar hatin nîqaşkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), alimên olê û Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku divê Kurdî bibe zimanê fermî û di destûra bingehîn de bê misogerkirin.
DAXWAZA STATUYA ZIMANÊ KURDÎ
Zozan Înan a TJA’yî da zanîn ku polîtîkayên înkar û pişaftinê yên li dijî zimanê Kurdî ji Peymana Lozanê heta niha berdewam in û got: “Hêzên serdest dema dixwazin gelekî tune bikin, ji ewil êrişî çand û zimanê wan dikin. Li Rojhilata Navîn yek ji zimanê herî zêde rastî êrişan hatî jî Kurdî ye. Ji dibistanan heta febrîqeyan, heta nava malên me jî ev êriş tên kirin. Weke tevgera jinên Kurd, em vê têkoşînê bi banga Abdullah Ocalan bi awayekî hevpar dimeşînin. Em li ku derê bin bila bibin divê em bi zimanê xwe bijîn. Divê statuya gelê Kurd were naskirin, Kurdî bibe zimanê fermî. Ev, di heman demê de şertê sereke yê aştiyê ye. Niha înkarekî neteweyî heye. Yên behsa aştiyê dikin, pêvajoyek dane destpêkirin lê heke Kurdî tune bihesibînin wê demê ev pêvajo pêş nakeve û dê baweriya Kurdan bişikê.”
'DIVÊ MEKANÎZMAYÊN HIQÛQÎ BÊN AVAKIRIN’
Endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê parêzer Gulşen Demîr jî destnîşan kir ku bi vê komxebatê re li Wanê rêxistinbûneke girîng hatiye destpêkirin û got: “Daxwaza me ya sereke ew e ku Kurdî bibe zimanê fermî. Divê ciwanên me bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bifikirin û binivîsin. Abdullah Ocalan di banga xwe ya 27’ê Sibatê de got ku divê jin pêşengtiya pêvajoyê bikin. Divê jin di parastina ziman de pêşengtiyê bikin. Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û zarokên me bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, hewceye mekanîzmayên hiqûqî bên avakirin. Bingeha vê dikarin ji mînakên cîhanê ava bikin û yasayên Tirkiyeyê biguherînin. Kurdî, biqasî şîrê dayika me helal e û bi vê zanebûnê divê em têkoşînê mezin bikin.”
‘ZIMAN HEBÛNA GELEKÎ YE’
Mela Hefît Keskîn jî bi lêv kir ku Kurdî ne tenê meseleya zimanekî ye lê meseleyeke nasname û hebûnê ye. Keskîn, wiha domand: “Miletek, bi zimanê xwe heye. Mafê me jî heye ku bi zimanê xwe perwerde bibin. Heke ziman nebe em jî tune ne. Bi hezaran sala ye em bi vî zimanî diaxivin û Xwedê ev ziman daye me. Heke ne ji ziman bûya dê me ferqa di navbera gelan de nezanibûya. Heke em Misilman bin, wê demê divê li gorî Îslamê tevbigerin. Neparastina zimanê xwe, kêmasiya me ye. Jiyaneke bêziman nabe. Heke perwerde ne bi zimanê dayikê be, Kurdistan hebe jî em naxwazin. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Di pêvajoya demokratîk û civaka aştîxwaz de hewceye Kurd piştgiriya hev bikin û zimanê xwe terk nekin. Divê êdî Ereb, Faris û Tirk jî zimanê me qebûl bikin. Ji Hz. Nuh heta niha em bi vî zimanî diaxivin. Em dixwazin li mizgeftan ola xwe bi zimanê xwe vebêjin. Hûn ola gelekî bi zimanekî biyanî jê re vedibêjin. Ev heqareteke mezin e. Qedexekirina zimanê me şerm û fihêtî ye.”
'HÎNKIRINA ZIMANÊ TIRKÎ NE CIHÊ SERFIRAZIYÊ YE’
Endama Dayikên Aştiyê Medîne Kiyak jî anî ziman ku ew dixwaze bi awayekî azad bi zimanê xwe bijî û axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye nifşê nû nebe qurbanê polîtîkayên pişavtinê. Divê dayik û zarokên me bi Kurdî biaxivin. Hewceye dayikên me dema Tirkî hînî zarokên xwe dikin vê ji bo xwe weke serfirazî nebîni. Zarok ji ewil divê bi zimanê dayika xwe perwerde bibin. Divê em destûrê nedin bi tu zimanên din biaxivin. Heta ku Kurdî dibe zimanê perwerdeyê jî ev têkoşîn dê bidome.”
MA / Zeynep Durgut