Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê

  • ciwan
  • 20:18 15 Cotmeh 2025
  • |
img
ENQERE - GOFOR a ku ji 57 rêxistinên ciwanan pêk tê daxuyand ku baweriya bi pêvajoyê zirar dîtiye û daxwaza guhertineke destûrî ya nû li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev kir. GOFOR’ê pêşniyazên perwerdehiya zimanê dayikê û xweseriya zanîngehê kir.
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de civînên xwe didomîne, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd ciwan û jinan guhdar kir. Komîsyonê, Foruma Rêxistinên Ciwanan (GOFOR) a ku ji 57 rêxistinên ciwanan ên cûda pêk tê û Weqfa Ciwanên Neteweyî û Komeleya Ciwanên Anadoluyê guhdar kir.
 
Endamê GOFOR’ê Hasan Oguzhan Aytaç diyar kir ku baweriya ciwanan ji pêvajo û komîsyonê kêm e û got, "Mixabin, baweriya di navbera ciwanan û saziyên siyasî de bi dawî bûye. Di pêvajoya aştiyê ya yekem de kesên ku ji wan dihat xwestin ku beşdarî pêvajoyê bibin, paşê ji ber beşdariyên xwe hatin darizandin. Mixabin, em ê vê axaftinê di bin hestên ne ewle de temam bikin.”
 
'ZEXT BAWERIYÊ KÊM DIKE’
 
Aytaç destnîşan kir ku ciwan ji ber hebûna pirsgirêkê dimirin û anî ziman ku ciwan li ser maseya komîsyona hatiye avakirin tine ne. Aytaç wiha domand: “Di Meclisê de nayên temsîlkirin - ger hemû parlamenterên ciwan ên Meclisê endamên vê komîsyonê bûna jî, ew ê dîsa jî kêm bûna; mixabin, em li vir ti parlamenterên ciwan nabînin. Ciwan wê çawa bibin kirdeya vê pêvajoyê? Ger ciwan bibin kirdeya aştiyê ev tê wateya ku ew beşdarî vê pêvajoyê dibin û bi hevalên xwe re nîqaşê bikin. Mînak, tê vê wateyê ku ciwan li zanîngehan li ser aştiyê nîqaş bikin. Wê li wir aştî were nîqaşkirin û rêya aştiyê bi di nava xwendekaran de were rêsandin. Gelo îro li zanîngehan çi diqewime? Îro zexteke kûrtir li ser zanîngehan heye. Bi salan e, zanîngeh bi hinceta 'terorîzm' û 'ewlehiyê' di bin dorpêçê de ne. Piştî 2015’an bi rakirina hilbijartina rektoran re rektorên qeyûm şandin û ji bo tevgera zanîngehê bitepisînin çi ji destê wan hat kirin. Ger sê ciwan bên gel hev, ew bi zexta lêpirsînê re rû bi rû dimînin."
 
DAXWAZA HEMWELATIYA WEKHEV
 
Aytaç bal kişand ser girîngiya hemwelatîbûna wekhev û wiha pêde çû: “Ji bo me, demokratîkbûn tê wateya hemwelatîbûna wekhev. Niha, astengiya herî mezin a ku nahêle ciwanên li Tirkiyeyê bibin hemwelatiyên wekhev, madeya 58’an a Destûra Bingehîn e. Daxwaza ciwanan a ji bo hemwelatîbûna wekhev tenê bi madeya 58’an nayê çareserkirin. Ji ber ku hûn nikarin şîreta ku di guhê ciwanên Kurd de tê gotin, ‘Li dibistanê bi Kurdî neaxivin’ biguherînin. Divê têkoşîna li dijî cudakariya sîstematîk a ku ciwanên Kurd pê re rû bi rû dimînin, li hemû qadên jiyanê were berfirehkirin. Pêşî, divê ew bikaribin li dibistanê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin û piştre jî bi zimanê xwe yê dayikê bigihêjin xizmetên cemaweriyê. Ji ber vê yekê, divê têkoşîna li dijî cudakariyê li hemû qadên jiyanê bibe berpirsiyariya sereke ya cemaweriyê. Ji ber ku têkoşîna li dijî tiryakê bi bandor nayê meşandin, ciwan ji qada siyasî hatine dûrxistin. Divê ev rewş ne tenê wekî pirsgirêkek tenduristiyê ya takekesî, di heman demê de wekî pirsgirêkek civakî-siyasî jî were çareserkirin. Li gel vê rastiyê, budçeya ku ji hêla Wezareta Ciwan û Sporê ve ji bo têkoşîna li dijî tiryakê tê veqetandin, ji sedî 0,02 budçeya wezaretê ye."
 
Aytaç li ser rêbaz û nêzîkatiyên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Îrlanda û Kolombiyayê hatine bikaranîn rawestiya û anî ziman ku ciwanan konsey ava kirin, piştgiriya projeyên wan ên aştiyê hatin kirin, qanûnên aştiyê ji bo ciwanan hatin derxistin û ciwan bûn kirdeya pêvajoyan.
 
DAXWAZÊN FORUMA GOFOR’Ê
 
Aytaç daxwazên GOFOR’ê yên der barê pêvajo û çareseriyê de wiha rêz kir:
 
“*Ji bo ciwan û rêxistinên ciwanan bi awayekî çalak  beşdarî pêvajoyê bibin, di vê çarçoveyê de xwe bigihînin çavkaniyên serbixwe û di standartiya gerdûnî de divê Konseya Ciwanan a Neteweyî bê avakirin. Konseya Ciwanan a Neteweyî divê sivîl be, ji hêla rêxistinên ciwanan ve bê avakirin û ji hêla cemaweriyê ve bê naskirin.
 
*Divê beşdariya jinên ciwan a di vê pêvajoyê de bê misogerkirin; ji bo bibin kirdeya aştiyê divê mekanîzma bên avakirin. Divê çavkaniyên cemaweriyê ji bo projeyên aştî û dijî cudakariyê yên ku ji hêla rêxistinên ciwanan ve têne kirin, bên veqetandin.
 
*Divê xala 58’an a Destûra Bingehîn ne tenê ciwanan wekî beşek ku hewceyî parastinê ye, di heman demê de wekî hemwelatiyên wekhev di jiyana civakî de jî bên bihêzkirin, ji nû ve bê sererastkirin.
 
*Ji bo biryar û guhertinên di pêvajoya qanûndanînê yên bandorê li ser jiyana ciwanan dike de divê mekanîzmayeke Raportorên Ciwanan li Meclisê bê avakirin. Divê Qanûna Hejmar 2911’an li gorî xala 34’an a Destûra Bingehîn ji nû ve were nivîsandin û astengiyên li pêşiya bikaranîna mafê civîn, meş û xwepêşandanê bên rakirin. Dozên li dijî ciwanên ku mafên xwe yên azadiya derbirînê û rêxistinbûnê bikaranîne û hatine cezakirin, bên betalkirin.
 
*Divê Qanûna Dij-Terorê ya Hejmar 3713’an a ku ji ber parvekirinên medyaya dijîtal an çalakiyên aştiyane yên ciwanan wekî "propagandaya rêxistinê" sûcdar dike, bê betalkirin û ji nû ve bê sererastkirin. Divê hemû şêweyên ku tundiyê nahewîne yên derbirînê ji sûcdarkirinê bên derxistin. Divê Sûcên Li Dijî Aştiya Giştî yên di Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de ne, ji nêve bên sererastkirin û azadiya derbirîna ciwanan were misogerkirin.
 
*Divê rêziknameyên ku bi Qanûna Hejmar 7418’an a ku wekî Qanûna Dezenformasyonê tê zanîn, bên betalkirin û azadiya derbirînê û çapemeniyê were misogerkirin. Divê Qanûna Hejmar 2547’an a li ser Xwendina Bilind were sererastkirin da ku xweseriya zanîngehê were naskirin û astengiyên li pêşiya rêxistinkirina klûb û komeleyên xwendekaran bên rakirin. Divê hilbijartinên Rektoriyê ji nû ve werin destpêkirin û divê lijneyên nûnertiya xwendekaran serbixwe bibin.
 
*Divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê di hemû astên perwerdehiyê de were misogerkirin. Divê mufredata Perwerdehiya Neteweyî were sererastkirin û dersên li ser aştiya civakî, jiyana hevbeş û pirçandî lê bên zêdekirin.
 
*Divê demildest dawî li qeyûmên şandine şaredariyan bînin. Divê Qanûna Hejmar 5393’ya a li ser şaredariyan bê sererastkirin û li ser şaredariyan avakirina meclisan bikin mecbûrî. Divê ev meclîs bibin lingê herêmî ya pêvajoya aştiyê. Di pêvajoyên xebatê de bi taybetî ji ber bêkariyê û ji bo bi hezara ciwanên wekî leşkerên peymankar û astsubay tevlî artêşê bûne, polîtîkayên kar bên pêşxistin. Divê mafê wan ê perwerdehiyê bê parastin û piştgiriya psîkososyal bê dayîn.
 
*Divê ji bo ciwanên ku çekên xwe danîne bernameyên entegrasyona civakî û rehabîlîtasyonê bên bicîhanîn. Mafê perwerdehiyê, vegera dibistanê, derfetên perwerdehiya pîşeyî û piştgiriya kar divê pêkhateyên sereke yên vê pêvajoyê bin. Ji bo ciwanên ku ji ber sedemên cûrbecûr, di nav de sûcên têkildarî terorîzmê, nikarîbûn perwerdehiya xwe temam bikin, divê efûyek berfireh a xwendekaran bê derxistin.
 
*Divê ji bo ciwanên ku li deverên şer mezin bûne, ciwanên ku çekên xwe danîne, ciwanên ku di hêzên ewlehiyê de xizmet kirine, siyasetmedar û çalakvanên ciwan ên ji girtîgehê hatine berdan, ciwanên ku ji ber koçberî û kêçberiya bi darê zorê trawma jiyane û ciwanên ku ji ber şer xizmên xwe winda kirine, planeke destwerdana psîkososyal a berfireh bê pêşxistin.
 
*Divê Qanûna Girtina Leşkeriyê ya Hejmar 7179’an di ber çavan de bê derbaskirin û bernameyên xizmeta cemaweriyê yên alternatîf ji bo xizmeta leşkerî ya mecbûrî bên danîn. Divê ciwan bêyî pirs an pîvanan bikaribin ji bernameyên xizmeta  cemaweriyê yên alternatîf sûd werbigirin. Ji bo binpêkirinên mafan ên ku ciwanan jiyane û çîrokên kesên ku jiyana xwe ji dest dane bê belgekirin divê komîsyonek heqîqetê ya ku li ser ciwanan disekine bê avakirin.
 
'MESELEYA EDALETÊ YE'
 
Weqfa Ciwanên Neteweyî û Komeleya Ciwanên Anadoluyê jî pêşkêşiyek hevbeş kirin. Di pêşkêşiya hevbeş de hate gotin ku pirsgirêka Kurd ji serdema Osmaniyan ve di rojevê de ye û bi damezrandina Komarê ve ev pirsgirêk bêtir xuya bûye. Di pêşkêşiya hevbeş de wiha hate gotin: "Di encama berdewamiya polîtîkayên xelet û pêşketinên dawî yên wekî bûyera Qilabanê (Roboskê), bûyerên 6-8’ê Cotmehê û şerê xendekan de birîna civakî hîn kûrtir bûye. Pirsgirêka ku em îro pê re rû bi rû dimînin ne tenê 'pirsgirêkek ewlehiyê' ye; ew pirsgirêkek edaletê ya pir-qatî ye ku xwedî bîra dîrokî, rehên sosyolojîk, aliyên olî û çandî ye. Piştî Peymana Sykes-Picot (1916) dabeşkirina herêma Kurdan di navbera Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê de pirsgirêk derbasî derveyî sînor bûye. Îro, bi mîlyonan Kurd li van çar welatan û li Komarên Tirkî, Ewropa û Emerîkayê dijîn."

Sernavên din

15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim
18:59 Rojnamevan Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê
18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye
15:50 Bagdû li ser gora xwe hate bibîranîn
15:40 DMME’yê biryara binpêkirinê da: Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hate girtin
15:05 Ji bo banga hevdîtina bi gel re bang: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:43 Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e
13:54 Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye
13:30 Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
13:16 Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
12:42 Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
12:40 Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê
12:28 Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
11:31 Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
11:27 'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'
11:13 Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin
09:54 Li Wanê xeta trenê ya talûke di pênc taxan re derbas dibe!
09:41 Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye
09:28 Li Kizilpinarê kursên Kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN
13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve
10:36 Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket
10:28 Ji bo mitînga ‘Ji Ocalan re azadî’ seferberiya mehekê hat ragihandin
10:00 Vezan Karabulut: Azadiya Ocalan ji bo jinan girîng e
09:51 11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin
09:28 Meteorolojiyê ji bo 9 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
09:24 Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir
09:00 ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN
12/10/2025
16:29 Li Efrînê du welatî hatin revandin
16:22 Ciwanan piştî mitînga Êlihê meş li dar xist
15:59 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Heta deriyê Îmraliyê venebe dê çareserî çênebe
15:33 Welatiyên tev li mitînga Êlihê bûn: Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawerin
15:19 Di mitînga Êlihê de posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin
14:41 Saziyên Kurdî: Di fuara pirtûkan de xwedî li berhemên Kurdî derkevin
14:30 Jinan kampanyaya ‘Sûriyeyeke azad û demokratîk’ da destpêkirin
13:37 Li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê şer
13:35 Îsraîl amadekariya tunekirina tûnelên Hamasê dike
13:26 Bîlançoya şewata li Qoserê giran dibe
13:18 Fîlozofê Tûnisê Trîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:38 Meral Daniş Beştaş: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye
12:27 Encamnameya Konferansa Gel û Baweriyan hate aşkerakirin
12:04 Rojnameger Tosun li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin
11:50 Li bakurê Kurdistanê hewa sar dibe û barîn dest pê dikin
11:45 Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike
11:35 Sê dîplomatên Qeterê beriya lûtkeya Xezeyê li Misrê di qezayê de mirin
11:21 Keşe Peker: Hewceye sererastkirinên qanûnî bên kirin ku pêvajo di gotinê de nemîne
10:29 Estukyan: Ocalan rêya pêkvejiyana mirovahiyê nîşan dide
10:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Entegrasyona Demokratîk’ derket