ENQERE - Dayika Başak Gurkanê ku ji aliyê Barış Arslan û bavê wî ve bi hovane hat kuştin got, "Ji bo nefeqeyê nedin li ber çavên ew bi hovane qetilkirin" û banga edaletê kir.
Ji ber nebûna mekanîzmayên pêşîlêgirtinê tundiya mêr, her roj herî kêm sê jin jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di heşt mehên pêşîn ên salê de herî kêm 196 jin hatine kuştin û nêzîkî 200 jinan di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane.
Endezyar Başak Gurkan Arslan a 46 salî ku li Taxa Kardelen a navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê dijiya, di 9'ê Îlonê de ji aliyê Bariş Arslan ku Başak Gurkanê dixwest dest jê berde û xezûrê xwe Kûdret Arslan (63) ve, li ber çavê keça xwe ya 5 salî bi awayekî hovane hat qetilkirin. Dayika wê Makbûle Gurkanê li ser kuştina keça xwe axivî.
‘JI BO NEFEQEYÊ NEDIN EW KUŞTIN'
Makbûle Gurkanê diyar kir ku keça wê bi Barış Arslan re di pêvajoya destjihevberdanê de di warê nefeqeyê de li hev nekirine û got: "Doza veqetandinê hatibû vekirin û protokol hatibûn amadekirin. Hefteyek berê, hevjînê wê ji malê derket û di roja bûyerê de gotin ku ew dixwazin biaxivin. Wan dafik danîn ber keça min. Ev ne mirineke asayî bû; kuştineke bidafik bû. Yekî ji wan keça min li ber neviyê min ê 5 salî girt û yê din jî bi hovane ew kuşt." Makbûle Gurkanê destnîşan kir ku keça wê jineke zinde û serkeftî bûye û got: "Ew jineke ciwan a bi rûmet û bêguneh bû. Lê ew ji bo pere û nefeqeyê bi hovane hat kuştin. Keça min, hay ji mafên xwe heb,. Ew ji keça min ditirsiyan. Mezinkirina zarokekî ne hêsan e."
‘EZ EDALETÊ DIXWAZIM'
Dayik Makbule Gurkanê daxwaza edaletê kir û wiha domand: "Divê xwîna keça min, li erdê nemîmne. Divê yên ku ji vê wehşetê berpirsiyar in cezayê herî giran bistînin. Ev mirineke asayî nîne; kuştineke bidafik bû."