NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê bi sedhezaran kes li dijî polîtîkayên hikûmetê yên têkildarî budçe, teqawidî, heqdest, kar û edaleta bacê daketin qadan.
Li seranserê Fransayê li ser banga 8 sendîkayan (CFDT, CGT, FO, CFE-CGC, CFTC, Unsa, FSU, Solidaires) bêhtirî 200 xwepêşandan tê lidar xistin û bi sedhezaran çalakvan daketin kolanan. Di van xwepêşandanan de daxwazên wekî bidawîanîna polîtîkayên teng, vegerandina reforma teqawidiyê, zêdekirina mûçeyan, edaleta budçeyê û bacê ji bo xizmetên giştî hene.
MARSÎLYA Û LYON
CGT’ê ragihand ku li Lyonê 20 hezar û li Marsîlyayê 120 hezar kes tev li meşê bûne, lê polîsan ragihandin ku li Marsîlyayê 15 hezar kes tev li bûne. Li navenda bajêr di navbera çalakvanan û polîsan de rageşî rû dan.
Li gorî agahiyên Wezareta Karên Hundir heta nîvro 94 kes hatine binçavkirin. 476 xwepêşandan hatine lidar xistin ku 135 ji wan dorpêç bûn. Li 20 deveran li ser rê agir hatin pêxistin.
DIBISTANÊN AMADEHÎ Û RÊHESIN
23 dibistanên navîn hatin girtin û ketin û derketina 52 dibistanan hatin astengkirin. Sendîkaya Rail SUD’ê, banga greveke bêdawî kir. Di daxwaza sendîkayê de zêdekirina mûçeyan, bidawîanîna êrişên li ser Xezeyê, îstifaya Macron û statuya qanûnî ya dayîna koçberan hene.
Endamên Sud-Rail li Wezareta Aboriyê çalakiyek rûniştinê ya kurt li dar xistin.
MEŞA LI PARÎSÊ
Meşa li Parîsê wê ji Bastille dest pê bike û di nav Republique re heta Meydana Nation dewam bike. Firoşkaran ji ber sedemên ewlehiyê hin dikan girtine. Tê payîn ku tevlibûna çalakiyan hêj xurttir bibe.