Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir

img
DÊRSIM - Welatiyên Dêrsimê ku amadekariyên demsala zivistanê dikin, ji ber bihabûna xurekan û hişkesaliyê bi gazinc in. Welatiyan gotin ku ji ber bihabûna nikarin danûstandinê bikin û ji ber hişkesaliyê berê berhemên wan baş nebû. 
 
Bi hatine meha Îlonê re li Dêrsimê amadekariyên demsala zivistanê dest pê kirin. Hema hema li her taxê mirov bacan, îsot û tiştên cur bi cur ên hişkkirî di pac û şaneşînên malan de dibîne. Li gundan jî her ku zebzeyên hatine çandin berhema xwe didin, tên hişkirin lê rewşa li gundan îsal cuda ye. Ji ber hişkesaliyê, bacan, îsot û bacanreşên îsal hatine çandin berhemeke baş nedan. Hişkesaliya heyî ne tenê zebze, di heman demê de bandor li darên fêkiyan jî kir. Berhema derdikeve bi têrî pêdiviya rojane nake lewma gundiyên Dêrsimê neçar man ku pêdiviyên xwe ji xizmên xwe yên li Xarpêt û Erzînganê bikirin. Amadekariyên demsala zivistanê, ji hêla aborî ve ji bo gelek welatiyan pir girîng e. Lêbelê ji ber ku bihayê wan zêde bûye, welatî zehmetiyê dikişînin. 
 
Welatiyên li gundê Kortanê yê girêdayî navenda Dêrsimê dijîn, gotin ku ji ber bihabûna tiştan û hişkesaliyê, nekarîn îsal zebzeyan hişk bikin û konserveyan çêbikin. Gundiyan, gotin ku her sal hem ji bo xwe hem jî ji bo xizmên xwe yê li derve zebze û fêkî hişk dikirin lê îsal tenê karîne pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin. 
 
Zulfiye Kargin, got ku di biharê de hatiye gund û ji bo amadekariyên zivistanê çandinî kiriye. Zulfiye Karginê got: “Dema di biharê de em hatin vê derê, me motor danîn baxçeyê û bacan, bacanreş, îsot û hwd. çandin. Dema berê wan derdiket jî me hişk dikir û piştre hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe vediqetand. Lêbelê îsal ji ber seqayê me nekarî tu berhemekê jê bigirin. Tiştên niha em hişk dikin me ji navenda Dêrsimê û Xarpêtê kirine. Di demên berê de me hem ji xwe re hem jî ji cîran û xizmên xwe re hişk dikir. Niha jî dema komkirina Şîlana ye. Wan jî hin ji me hişk dikin hin kes jî ji Şîlanan marmelatan çêdikin. A rast gundê me gundekî avî ye û berhemdar e lê em qîmeta wê nizanin. Divê em avê bi pisporî bi kar bînin ku her kes jê sûdê bigire.” 
 
BERÊ BERHEMÊN WAN BAŞ NEBÛ 
 
Adîle Aslandogmûşê (74) jî anî ziman ku tenê karîne ji sîya zebze û fêkiyên çandin sûd bigirin û got: “Ji tiştên me çandin ka me karî bacanek an jî îsotekê je bigirin an na. Em ji Dêrsimê dikirin û dixwin. Ava me hebû lê ji ber hişkesaliyê av kêm bû û me bi wê avê îdare kir. Tu kesekî tu xêr ji berhema îsal negirt. Ji ber hişkesaliyê, tiştên me ji Dêrsimê kirîn jî biha bûn. Bihayê her zebzeyekî di navbera 35-40 TL’an de diguhere. Ji ber ku hilberîn jî tune ye, di demsala payîzê de bihayê wan du qet zêdetir bûn. Ji ber hişkesaliya îsal me nekarî tu tiştekî bikin. Ji bo hişkkirinê jî me ji derve kirîn.” 
 
NE FÊKÎ NE JÎ ZEBZE BAŞ BÛ 
 
Saîme Arslanê jî got ku zebzeyên wê çandî pir kêmek berhem daye û ev tişt anî ziman: “5-6 darên min ên fêkî hene. Min heta niha kêmek zebze kom kir. Min îsal kîloya zebzeyê bi 40 TL’an kirî û hişk kir. Par baştir bû. Min ji her tiştek hişk kiribû. Ne tenê zebze lê fêkî jî tune bû. Em ji mezinên xwe hîn bûne ku tiştên havînê bo zivistanê hişk dikin. Bi vî rengî tenduristtir e. Lê berê îsal nebaş bû û me jî kirî û hişk kir. Zebzeyê min hêj nû bi ser xwe ve tê.” 
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl 
 
   

Sernavên din

13:18 Ocalan ji eşîrên Ereb re name şand: Ji bo Sûriyeya demokratîk hûn dikarin rolekî girîng bilîzin
13:04 Serkeftina Kobanê ji bo gelan bû hêvî
12:24 HSD: Hêzên hikûmeta Şamê li Dêrazorê êrişî hêzên me kirin
12:21 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê mûçeyê kêmtirîn derbas kir
12:04 Jody Williams: Tirkiye mecbûr e gavên li gorî pêvajoyê biavêje
12:03 Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê
12:03 Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
11:22 Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir
10:46 Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
10:41 Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
10:39 ‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’
10:15 Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye
09:57 Konsey dê bi rojeva ‘Mafê hêviyê’ bicive: Divê gav bên avêtin
09:40 Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
09:17 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:16 Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
09:03 Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin
08:56 ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN
13/09/2025
16:46 Nêrgiz Mihemedî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan
15:32 Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş Poyraz û Îvrengî doza berdanê kirin
14:48 Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
14:36 Ji Ocalan peyam ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be
14:10 Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin
13:30 Ji şahidê windakirina Kenan Bîlgîn name ji bo Dayikên Şemiyê
12:51 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê dest pê kir
12:04 Abdullah Ocalan nameyek ji eşîrên ereban re şand
11:30 Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
11:07 Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn
10:22 Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
10:04 Serşêwirmendê Erdogan, Hamdî Kiliç mir
10:01 Erdogan grevê qedexe kir
09:55 Cinayeta Dûrdû: Nexşeya cihê lê hat qetilkirin hat guherandin
09:14 Li herêma Kamçatkayê bi pileya 7.4 erdhej
09:11 'Bêyî şert û şirût divê mafê hêviyê bê pêkanîn'
09:06 Piştî 36 salan li gundê xwe nobed girtin: Em gundên xwe ava bikin
09:05 Dîrektorê IHRNGO'yê: Mirovan tiştên hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtin
09:03 Bi ser şaredariya CHP'î de hat girtin
09:00 ROJEVA 13'ê ÎLONA 2025'AN
12/09/2025
18:11 Li Agiriyê hevdîtina jina
18:07 Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê bi dawî bû
15:47 Meşa ‘Azadiyê’ ya ciwanan di roja 3’yan de didome
14:44 Civîna 9’an a komîsyona Meclisê dest pê kir
13:55 Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin
13:48 Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
12:53 Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
12:44 Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
12:18 Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
12:00 MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand
11:49 Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin
10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê
15:18 Beriya serdana DEM Partiyê dorpêça li ser avahiya CHP’ê hat rakirin
15:17 Komîsyona Meclisê cara 8’an civiya
15:06 Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe
13:19 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin
13:10 Di konferansa TUC’ê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
12:05 Li Şerîaya Rojava herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin
12:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
12:01 Îsraîlê êrişî Husiyan kir: 35 kes mirin, 131 kes birîndar bûn
11:31 Danişîna doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:22 Ji bo rojnameger Guneş biryara beraetê hat dayin
11:12 Polîsê Efe Tektekîn bi TOMA’yê qetil kirî dê jinûve bê darizandin
10:17 Danişîna doza rojnameger Gok hat lidarxistin
09:23 'Heke darên me bibirin dê aştî çawa were?’
09:20 Sala 45'emîn a derbeya 12'ê Îlonê: Ne ji bîr kirin ne jî paş de gav avêtin
09:17 Tirkiye 11 sal in gavan naavêje: Divê komîte helwesteke zelal nîşan bide
09:16 Kuçeyên Kadikoyê: Daxwaza ji bo çareseriyê zêde ye lê baweriya bi îktîdarê kêm e
09:14 'Astengkirina şînan û xerakirina goristanan zirarê didin pêvajoyê'
09:13 Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê: Bila Kurd bi ser nekevin
09:12 Li dijî Can Holdîngê operasyon: Dest danîn ser Haberturk û Show TV’yê
09:04 Bedirhanoglû: Dê yekitiya Kurdan tevkariyê li aştiyê bike
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2025'AN
10/09/2025
20:13 Walîtiyê li Qoserê meşa zimanê dayikê qedexe kir
20:08 Sîraçê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Têkoşîn didome
20:04 Çelîkê 32 salan girtî ma bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:55 Li dijî zimanê vederkirinê divê em zimanê aştiyê û rojnamevaniya aştiyê ava bikin'
16:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Ozel
16:11 Emîne Erciyes li Mêrsînê hat bibîranîn
15:35 AYM’ê ji bo cezayê ji ber stranên Kurdî hatibû dayin biryara binpêkirinê da
15:14 Li Reqayê operasyona ‘ewlehiyê’ hat destpêkirin
15:07 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ a li Sûriyeyê bi dawî bû
14:39 Meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir