ENQERE - Hevberdevka Polîtîkayên Perwerdeyê ya DEM Partiyê Îlknûr Bîrol bal kişand ser pirsgirêkên di qada perwerdeyê de û got ku tevî pêvajoyê jî gav nehatine avêtin û bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in.
Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Komîsyona Zarokan û Komîsyona ziman, Çand û Hunerê têkildarî serdema nû ya perwerdeyê ya sala 2025-2026’an li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli bi zaravayê Kirmanckî axivî. Pişt re jî metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Polîtikayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê Îlknûr Bîrolê ve hat xwendin.
Îlknûr Bîrolê bi lêv kir ku dema pergala perwerdehiyê ya Tirkiyeyê bi giştî tê nirxandin tabloyeke nexweş heye û wiha got: “Di perwerdehiyê de newekheviyên çînî û nasnameyî hene. Di serdema AKP’ê de ev newekhevî zêdetir bûne. Perwerdehî ne ji bo azadbûn û pêşketina zarokan, lê ji bo berjewendiyên desthilatdariyê û sermayeyê hatiye sazkirin. Keda zarokan û bazara kar, bi formula 4+4+4’an, zarok di temenekî biçûk de ber bi bazara kar ve tên dehfdan. Ev yek keda zarokan tune dike û wan bi metirsiyên kar re rû bi rû dihêle. Dibistan nikarin bibin çavkaniya keda sermayeyê. Herwiha xizaniya zarokan bûye parçeyek ji jiyana rojane. Li gorî daneyên Odeya Bijîşkan a Enqereyê, di 7 salên dawî de hejmara zarokên ku hewcedariyên wan ên bingehîn nayên peydakirin ji sedî 40 zêde bûye. Zarokên ku bi têra xwe xwarinê naxwin, bi nexweşiyên wekî skorbût, bêxwînî û raşîtîzmê dikevin. Divê xwarina beleş li dibistanan were belavkirin.”
BI MILYONAN ZAROK JI MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ XWE MEHRÛM IN
Di berdewama axaftina xwe de Îlknûr Bîrolê da zanîn ku li Tirkiyeyê bi milyonan zarok ji mafê perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in û wiha pê de çû: “Milyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in. Ev yek ne tenê windakirina ziman, di heman demê de zirarên derûnî, civakî û çandî jî dide zarokan. Aştî û guhertinên demokratîk bi misogerkirina vî mafî pêkan e. Em wekî DEM Partî perwerdehiyeke wekhev, azad, tendurist û ewle ya ji bo zarokan têkoşîna xwe didomînin. Em perwerdehiyeke demokratîk, laîk, zanistî, zayend-azad û ekolojîk diparêzin. Divê sîstema perwerdehiyê li gorî berjewendiyên zarokan were avakirin, ne li gorî desthilatdarî û sermayeyê. Ji bo hemû zarok, ciwan, kedkarên perwerdehiyê û malbatan, em saleke tijî hêvî dikin û hevkariyê dixwazin.”