Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn

  • rojane
  • 15:24 28 Tebax 2025
  • |
img
ENQERE - Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê di meha 164’emîn de kesên di Komkujiya Roboskê de hatine qetilkirin, bi bîr anî. 
 
Di encama bombebarana artêşa Tirk a di 28’ê Kanûna sala 2011’an de zarok jî di nav de 34 welatiyan li gundê Roboskê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 164 meh derbas bûn. Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê bi daxwaza darizandina berpirsyaran û ronîkirina komkujiyê, her mehê di roja 28’an de çalakiya bîranînê li dar dixe. Çalakiya vê mehê jî li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê hat lidarxistin. Endamên hewldanê daxwaza edaletê kirin û pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskê êdî tu caran” hilgirtin.
 
‘HEQÎQET DEYNÊ ROJA ME YE’
 
Endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Tanju Gunduzalp di daxuyaniyê de got ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e û divê dewlet bi rabirdûyê re hevrû bibe. Gunduzalp, got: “Yek ji sedema têkçûna pêvajoyên aştiyê yên berê jî ew bû ku dewlet bi sûcên xwe hevrû nebû, dîwarê necezakirinê ne hilweşand. Li cihê edalet lê heye, mafên mirovan û aştî heye. Generalekê berê got; ‘Ez dizanim kê ferman daye lê dema wexta wê hat ez ê bibêjim.’ Ev gotin, nîşan dide ku Roboskê ne xeletiyeke jirêzê ya îstîxbarî lê sûcekî bi zanebûn e. Divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li daxwazên malbatan guhdarî bike, li cem xwe qeyd bike û ji bo heqîqet û edaletê veguherîne gavên şênber. Heqîqet nabe mijara bazariyê ya bi demê re hatiye vehêlandin, heqîqet deynê roja me ye. Aqilê ku bi hinceta demborinê heqîqetê vedihêle, pêşiya edaletê digire û pêşiya komkujiyan vedike.” 
 
Bi domdarî Gunduzalp anî ziman ku gelên Tirkiyeyê daxwaza pêşerojeke edalet û aştî lê serwer dike û axaftina xwe wiha qedand: “Parastina aştiyê; parastina çareseriyê û bidawîkirina necezakirinê ye. Roboskê; di dersa dewletê de komkujî, ezmûna dewlet û îktîdarê, şerma vê xakê, birîneke xedar û lêgerîna edaletê ye. Em li gel lêgerîna edaletê û jiyaneke aştiyane ne. Heta ku di hemû komkujiyên dewlet û îktîdarê de edalet pêk tê em ê her tim pirsa ‘Gelo weke mirovek ez dikarim çi bikim?’ bikin, Komkujiya Roboskê bi bîr bixin û heta ku rêvebir bi heqîqetê re hevrû dibin jî em ê daxuyaniyên xwe bidomînin.” 
 

Sernavên din

16:14 SOHR: Hîkûmeta Demkî 95 Durzî qetil kir
16:05 Salih Muslim: Rojava dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe projeya aştiyê
15:24 Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 ‘Êrişkirina goran, bêwijdanî ye’
14:28 Bafil Talabanî: Ji bo cîhaneke demokratîk divê em bi hev re bixebitin
14:23 TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir
13:48 Dengbêj Eda Mehdo bi stranan xwe ve hate definkirin
13:48 Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
13:44 Arinç: Divê mafê hêviyê teqez bê cibîcîkirin
12:19 Ugur ê hat îdiakirin di bin çavan de 'ji avahî kete xwarê' jiyana xwe ji dest da
12:16 TJA dê li Amedê ‘Kursiya Aştiyê’ deyne
12:08 DFG’ê rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr anî
11:24 Îsraîlê li Şamê operasyona bejahî kir
11:17 Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 10 kes mirin, 38 kes birîndar bûn
11:11 Serokên Meclisê yên berê tev li civîna komîsyonê bûn
11:07 Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û DYA’yê de li ser çi hate axaftin?
10:58 Trump civîna ‘Xezeyê’ li dar xist
10:43 Şahidê nîvsedsalê Aykol: Tişta ku îro li ser maseyê, çîroka ji duh ber bi îro ve hatiye veguhestin e
10:20 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:02 Kursên Kurdî dest pê dikin
09:52 Tehliyeya Ay bi hinceta 'pêvajo şîrove nekir' ji bo 3 mehan hat taloqkirin
09:51 Karsazê AKP’î guh neda biryara darazê: Gund wêran kir
09:41 Sûltan Bozkurt a li komîsyonê lê hat guhdarîkirin: Zimanê me xeta me ya sor e
09:20 Li Amed û Wanê bendewariyên gel ên ji komîsyonê
09:04 Jinên Rihayê bi rêya Yaşameviyê hildiberînin û bihêz dibin
09:02 Di 8 mehan de 3 jin hatin qetilkirin û 23 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2025’AN
27/08/2025
21:08 Cenazeyê Berat Nazlican li Çewligê hat veşartin
21:04 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Divê hawirdoreke ewle bê afirandin
19:51 Serokên baroyan: Divê Tirkiye modela xwe pêş bixe
16:39 Cenazeyê Berat Nazlican piştî 6 salan hate dayin
16:34 Serokê TBB’ê Sagkan 4 daxwaza ji komîsyonê kir
15:51 Gelek kes çûn ziyareta şîna Bulut Kîşîn
15:29 Tulay Hatîmogûllari: Divê mercên azad ku Ocalan bikare bixebite bên avakirin
14:53 Şandeya DBP û DEM Partiyê li Herêma Federe ya Kurdistanê ne
14:39 Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê
14:22 Kurtulmuş: Ji bo komîsyonê dê bingeheke qanûnî were nîqaşkirin
14:18 Li Colemêrgê qeyrana avê: Sedem sepanên qeyûm e
13:37 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê dê tev li ‘Hêza Parêzvanên Niştîmanî’ bibe
13:31 Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Cezayên darvekirinê betal bikin
13:28 Dê IAEA cardin li Îranê çavdêriyê bike
13:26 Konservatuara Aram Tîgran a ku qeyûm girtibû ji nû ve tê vekirin
12:19 Trump dê bi rojeva ‘Xezeyê’ civînê li dar bixe
12:17 Ji bo mitînga li Kadikoyê bang: Tekane rêya jiyaneke biewle aştî ye
12:09 Dijberiya Cumhuriyetê ya ‘pêvajoyê’ êdî gihîşt asta tetîkkêşiyê
11:58 Îsraîl: Payebilindekî Hamasê hate kuştin
11:22 Hêlîn Umît: Divê Rêbertî bê Meclisê û li wir biaxive
10:56 Li Qoserê qeza çêbû: Kesekî mir, 9 kes jî birîndar bûn
10:43 Ji bo benzînê zem hate kirin
09:57 Kete: Bila Ocalan li Meclisê were guhdarkirin
09:52 Şaman ê OHD’î: Komîsyon dixebite lê tecrîd didome
09:41 Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî bi têkoşînê tê
09:26 Du zarokên xwe di şer de winda kir: Em ziman û nasnameya xwe dixwazin
09:10 Meclisa Jinan a DEM Partiyê hemû jin vexwend qadên 1'ê Îlonê
09:09 Li NÇM'ê qeydên kursan didomin
09:06 Halîme Karataş a 4 sal in di nava nivînan de li benda alîkariyê ye
09:05 Polîsan nehiştibûn şînê deynin: Wezaretê îdia kir 'malbat bi rizaya xwe derketiye'
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2025’AN
26/08/2025
21:59 Li Girtîgeha Sîncanê îdiaya îşkenceyê
16:31 Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin
16:29 Tehliyeya Ataca bi hinceta ‘ji bo entegrebûnê amade nîne’ hat taloqkirin
16:17 Leşkeran hewl dan gorên endamên YJA Star û HPG’ê hilweşînin
15:41 ‘Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin’
15:32 Banga berdana Nanaxanim Babazade hate kirin
15:15 Rêveberiya Xweser li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir
14:52 Di navbera Bexda û Hewlêrê de nelihevkirina ‘darayî’ didome
14:33 ‘Rejîma Îranê di mehekê de 197 kes darve kir’
14:22 Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin
14:16 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 75 kes hatin qetilkirin
13:49 Li Girtîgeha Kirşehîrê gef li girtiyan tên xwarin
13:32 Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin
13:27 Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin
13:19 Erdogan: Yên dixwazin pêvajoyê sabote bikin çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin
13:11 HRW: Dibe ku xebatkarên DYA’yê ji sûcên şer ên li Xezeyê bên darizandin
12:37 ÎHD'ê xwest noqteyên leşkerî bên rakirin
10:30 Şandeya DEM Partiyê dê di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê
09:34 Parêzerê Nelson Mandela: Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî û edaletê didin
09:32 Meral Daniş Beştaş: Li gorî fikra min dê komîsyon biçe Îmraliyê
09:28 Li Stenbolê çalakiya 1’ê Îlonê dê li Meydana Rihtimê bê lidarxistin
09:27 Şaredariya AKP’î parka rastîn xera kir li şûna wê ya sûnî çêkir
09:06 Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze
09:06 'Divê bi sûcên li dijî Kurdan re hevrûbûn çêbibe'
09:02 Kabayel: Pêvajoya heyî ji bo Elewiyan dîrokî ye
09:02 Girtiyê lixwekirina şimikê red kir sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN
08:55 Ji 7’ê Cotmehê heta niha li Xezeyê 246 rojnamevan hatine qetilkirin
08:44 Şandeya DYA’yê bi Ebdî û Şara re hevdîtin kir
25/08/2025
16:29 Zêdetirî hezar aktivîstan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:12 Li Rihayê banga ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’
15:56 Tecrîd didome, gel li benda avêtina gavan e: Erdogan dibêje 'sebir bikin'
15:13 Guzel ê piştî 33 salên girtîgehê hate Amedê ji ewil çû serdana gora birayê xwe
15:06 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd: Divê em jenosîda li dijî Kurdan bi cîhanê bidin nasandin
14:52 Ji bo Nanaxanim Babazade ya li Navenda Paşveşandinê çalakî hate lidarxistin
14:40 Bernameya civînên nû yên komîsyonê diyar bû
13:59 Meclisa Jinan a DBP’ê: Tundî zêde dibe, saziyên dewletê bêdeng in
13:36 Jinên girtî bertek nîşanî astengkirina Kurdî dan
13:22 Li Wanê qeza çêbû: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
12:35 Şandeya DEM Partiyê vê hefteyê dê biçe Îmraliyê
12:01 Temellî: Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve
11:55 Koçberên Şengalî li dijî biryara wezaretê daketin qadan