NAVENDA NÛÇEYAN – Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen, diyar kir ku li Sûriyeyê veguhestina siyasî hêj di xetereyê de ye û nexşerêyeke siyasî ya berfireh û şefaf pêwîst e.
Di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) de Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen, di civîna têkildarî geşedanên Sûriyeyê de axivî û diyar kir li welat pevçûnên leşkerî û agirbesta bi rageş didome. Pedersen, da zanîn ku pêvajoya veguhestina siyasî hêj xetreyê de ye û divê guftûgo bên destpêkirin.
AGIRBEST LI BER TÊKÇÛNÊ YE
Pedersen, bal kişand ser pevçûnên meha Tîrmehê û ev tişt got: “Li gundewarên Siwêdayê hêj dijmiatiya bi xeter didome. Îxtimala pevçûnê heye.”
LIHEVKIRINA ŞAM Û QSD’Ê
Pedersen, qala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeye kir û ragihand ku di cihbicikirina lihevkirina 10’ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Şamê de hinek astengî derketine û wiha pê de çû: “Di aliyê siyasî de welat pir hesas e. Veguhestin hêj di xetereyê de ye.”
Perdersen, destnîşan kir ku bi sererastkirinên demkî ve çareseriya siyasî pêk nayê û wiha dirêjî da axafrina xwe: “Divê gelên Sûriyeyê bizanibe ku ev bi saziyên demkî ve sînordar namîne û dê di çarçoveya biryara hejmar 2254 a NY’ê ve pêşerojeke pirreng bê avakirin.”
16 MILYON MIROV LI BENDA ALIKARIYÊ NE
Koordînatorê Alîkariya Rewşa Lezgîn a NY’ê Tom Flercher, di civînê de axivî û diyar kir ku li seranserê welat 26 milyon kes hewceyê alîkariyê nê. Fletcher, got li Siwêdayê, Dera û li gundewarên Şamê ji 185 hezarî zêdetir mirov ji warên xwe hatine koçkirin.
Fletcher, ev tiş got: “Rewşa giştî xeternak e. Xizmetên bingehîn ên wek xwarin, tenduristî, av, sotemenî û perwerde di xetereyeke mezin de ye. Li hinek herêman hejmara mirovan ji ya niştecihên wir derbas kir. Xizmet têr nakin.”