NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveberiya Neteweyî ya UNISON’ê Stephen Smellie ku yek ji mezintirîn sendîkaya cemaweriyê ya Ingilistanê ye, diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê “krîtîk” e.
Pêvajoya piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî, bi xebatên komîsyona li Meclisê hatiye avakirin didome. Endamê Yekitiya Sendîkayên Xizmetên Cemaweriyê (UNISON) ku mezintirîn sendîkaya li Ingilistanê ye û endamê PIK - Kampanyaya li Kurdistanê Aştî (Peace in Kurdistan Campaign) Stephen Smellie, têkildarî pêvajoyê û rola Abdullah Ocalan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Smellie, diyar kir ku bi rêya penaberekî Kurd ê îltîcayî Skoçyayê kiribû re tevgera Kurd nas kiriye û wiha got: “Piştre hatim Amedê. Piştî vê serdanê, êdî mimkin nebû li dijî meseleya Kurd bêdeng bimînim. Ji ber ku tiştên min bihîstî tiştên hovane bûn û êşên mirovan kişandin pir giran bûn. Lê li aliyê din jî hêvî dida. Biryardariya mirovan a di têkoşîna ji bo mafên azadiya xweîfadekirinê, xwebirêxistinkirinê û nasnameyê de ku ji bo min belkî tiştên ji rêzê bûn, hêvî dida. Wê demê mirovan nedikariyan bi dengekî bilind peyva ‘Kurdistanê’ bibêjin. Ji ber ku ji dewletê ditirsiyan. Her tişt bi veşarî dihat vegotin; tiştên PKK’ê diparast, têkoşîn û hwd.’ Di encama vê geştê û xebatên din de ez tev li xebatên Peace in Kurdistan Campaignê bûm.”
'KURD BI ROLEKÎ PÊŞENG RADIBIN’
Smellie, da zanîn ku bi demê re fikrên Abdullah Ocalan hîn bû û banga wî ya dawî ji bo têkoşîna demokratîk hêviyê dide. Smellie, biryara xwefesixkirinê û merasîma çekşewitandinê weke “gaveke bicisaret û birûmet” pênase kir û got: “Lê dewletê gavên xurt neavêt. Êdî me tevekan qebûl kir ku divê têkoşîna azadî û edaletê bi aştî û demokrasiyê were meşandin. Û di vê mijarê de careke din Kurd bi rolekî pêşeng rabûne.”
'AZADIYA OCALAN NÛNERTIYA GELAN DIKE’
Di berdewamê de Smellie anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê “krîtîk e” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di esasê xwe de azadiya Ocalan, nîşaneya azadiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Em dizanin divê pêvajoya aştiyê girêdayî yekkesî nebe lê em dizanin ku kî dibe bila bibe, heke ev kes nûnertiya aliyê civak dixwaze ber bi wê ve biçe bike, wê demê divê azad bibe. Divê bikare bi parlamentoyê re biaxive lê ya ji wê girîngtir divê bikare bi gel re biaxive. Her wiha divê bikare xîtabî mirovên ji der ve bike ji ber gelek mirovên derve bi van geşedanan re eleqedar in û pêdiviya me bi berdevkekî dikare li Ewropa, Amerîka û welatên din jî dengê me dide bihîstin heye. Ocalan dikare bi vê rolê rabe.”
'MESELE NE TENÊ MESELEYA TIRKIYEYÊ YE’
Bi domdarî Smellie bi lêv kir ku pêvajoya li Tirkiyeyê ne tenê Tirkiyeyê lê dê bandorê li Rojhilata Navîn jî bike û got: “Heke me bikariya ji bo pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareseriyên demokratîk û aştiyane bidîta, wê demê ev rewşa li Rojhilata Navîn dê bi temamî biguheriya. Dê ji bo gelên Rojhilata Navîn bûbûya ronahiya pêşerojeke aştiyane û demokratîk. Ev dê bibe destkeftiyeke mezin. Mesele ne tenê meseleya Tirkiyeyê lê meseleya Rojhilata Navîn û ji wê wêdetir jî ye.”
TECRÛBEYA ÎRLANDAYÊ
Smelllie, destnîşan kir ku di hevdîtinên aştiyê yên Îrlandayê de wan weke sendîka cih girtiye û ev tişt anî ziman: “Divê têkiliya me bi kolanan re hebe. Divê em pêwendiyan bi jin, mêr, ciwanan re deynin. Di vê mijarê de li Bakurê Îrlandayê sendîkayan rolekî pir krîtîk lîst. Carnan tiştên siyasetmedar nabînin dibînin. Bi aşkerayî gotin bê çima pêdivî bi aştiyê heye. Mîna Îrlandayê, divê komîsyona li Meclisê hatiye avakirin jî guh bide dengê her kesî. Her komîsyona dixwaze van mijaran bi micidahî bigire dest, divê cih bide van mirovan. Divê aştî di nava civakê de, li taxan, li kargehan, li kolanan bê avakirin. Nexwe dê zeîf be. Lewma divê her kes daxilî pêvajoyê bên kirin û dengê her kesî were bihîstin. Pêwendiyên me bi rêxistinên kedê yên li Tirkiyeyê re hene. Bêyî sendîkayan zehmet e ku pêvajo bidome. Weke sendîka em jî dê tişta ji dest tê bikin.”
'DIVÊ EM TIŞTÊN ZÊDETIR BIKIN’
Smellie, got ku welatê wan di mijara binpêkirinan de zû bi zû Tirkiyeyê rexne nake û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê mijarê de hewceye hikûmeta Ingilistanê bi dengekî bilindtir biaxive. Min li ser navê xwe û sendîkayê ji hikûmetê re nameyek nivîsand. Em divê hîn bêhtir tiştan bikin. Di vê mijarê de berpirsyartiyeke me heye. Li Skoçyayê civakeke mezin a Kurdan heye. Em bi wan re ji nêz ve dixebitin. Divê em bêhtir piştgiriyê bidin wan û di mijara welatê wan de cisareta axaftinê bidin wan.”
MA / Hîvda Çelebî