STENBOL - Delal Tekdemîr a 68 salî ku her du çokên wê jî bi protez in, bi hinceta “beşdarî çalakiyên werzîşê nebûye” û çendî ji zanîngehê mezûn e jî bi hinceta “beşdarî kursên xwendin-nivîsandinê nebûye” berdana wê hat taloqkirin.
Berdana Hevşaredara Bazîdê ya berê ya HDP'ê Delal Tekdemîr, Turkan Karadaşli û Mekiye Sonuk ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê girtî ne, hat taloqkirin. Delal Tekdemîr ku di 23'yê Hezîranê de ji ber "endamtiya rêxistinê" cezayê xwe yê girtîgehê temam kir, bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji ber nebûna "nebaşhaliyê" ji bo çar mehan hat taloqkirin. Sedemên ku ji bo "nebaşhaliyê" ya Tekdemîrê hatine dayîn, kêfî ne. Berdana Tekdemîrê bi hinceta ku "beşdarî çalakiyên werzîşê nebûye" û çendî ji zanîngehê mezûn e jî bi hinceta "beşdarî kursên xwendin-nivîsandinê nebûye" hat taloqkirin. Berdana Tekdemir dê di 25'ê Cotmehê de ji nû ve were nirxandin. Parêzerê wê li dijî biryarê îtîraz kir.
Girtî Turkan Karadaşli jî diviyabû di 8'ê Tîrmeha 2025'an de bihata berdan, lê bi biryara lijneyê berdana wê heta 17'ê Cotmehê hat taloqkirin. Di biryara ku bêyî Turkan Karadaşli biçe lijneyê hat dayîn de, sedema taloqkirinê ew bû ji pirtûkxaneya navçeyê pirtûk nexwestiye.
Mekiye Sonuk jî diviyabû di 11'ê Tîrmehê de bihata berdan, lê ji aliyê lijneyê ve bi hinceta ku "bertek nîşanî pirsa poşmaniyê daye", "nexwestiye li ser sûc biaxive" û "endamên malbata wê berê hatine girtin" heta 24'ê Cotmehê hat taloqkirin.
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Çagla Leyla Kaya ku parêzera girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin e, diyar kir ku berdana muwekîla wê Delal Tekdemîr ku di her du çokên wê de protez hene, bêyî ku li lijneyê amade be hat taloqkirin. Çagla Leyla Kayayê got: "Desteyê li ser van sedeman, bi hinceta 'başnehaliyê' berdana wê taloq kir. Lêbelê, sedema taloqkirina berdana Delal Tekdemir a mezûna zanîngehê ew e ku beşdarî kursên xwendin-nivîsandinê nebûye û tevî ku di her du çokên wê de protez hene jî, beşdarî çalakiyên werzîşê nebûye."
Çagla Leyla Kayayê diyar kir ku berdana Turkan Kardaşliyê jî bi hinceta "mafên xwe bi inyeta baş bi kar aniye" hatiye taloqkirin. Çagla Leyla Kayayê anî ziman ku her wiha bi hinceta ku pirtûk ji pirtûkxaneyê nexwestiye berdana Turkan Kardaşliyê hatiye taloqkirin.
Çagla Leyla Kayayê bilêv kir ku berdana Mekiye Sonukê jî bi hincetên razber hatiye taloqkirin.
Bi domdarî Çagla Leyla Kayayê da zanîn ku li heman girtîgehê di sala 2004'an de li 30 kesî cezayê hucreyê hatiye birîn û got ku herî dawî Silva Rashid, Sureyya Bulut, Dîlan Kutlu, Nîbel Genç, Dîlek Oz, Dîlan Turan, Eylem Ozer û Zelal Kiliç ji ber cezayên disiplînê lijneyê berdana wan nenirxandiye. Çagla Leyla Kayayê destnîşan kir ku înfazkirina cezayên disiplînê li gor taloqkirina berdanê hatiye amadekirin.
Çagla Leyla Kayayê anî ziman ku li girtîgehê bijîşkê girtîgehê girtiyan li revîrê qebûl nake û bi peywirdarekî ku dişîne qawîşan li rewşa girtiyan mêze dike û got ku lê gava ew derdikeve betlaneyê girtî dikarin biçin revîrê. Çagla Leyla Kayayê got ku girtî 7-8 meh in neçûne revîrê û di dema sewqkirina nexweşxaneyan de gardiyan û cendirme kamerayên ber singê bi kar tînin û sewqkirian girtiyan bi awayekî kelemçekirî tê kirin.
Çagla Leyla Kayayê destnîşan kir ku demildest divê dawî li binpêkirinên mafan bên û girtî bên berdan.
MA / Melîk Çelîk