NAVENDA NÛÇEYAN - JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Tîrmehê aşkera kir. Li gorî çeteleyê; di Tîrmehê de 28 jin û 3 zarok hatin qetilkirin û 25 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
JINNEWS’ê, çeteleya tundiyê ya meha Tîrmehê aşkera kir. Li gorî daneyên JINNEWS’ê ku li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin hatine berhevkirin; di Tîrmehê de 28 jin û 3 zarok hatin qetilkirin û 25 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Ji jinên hatine qetilkirin 9 jê ji hêla hevjînên xwe ve, yek jê ji hêla xezûrê xwe ve, yek jê ji hêla kekê xwe ve, 6 jê ji hêla zilamên bi hev re bûn ve, yek jê ji hêla kurê xwe ve, 2 jê ji hêla nasên xwe ve, 3 jê ji hêla xizmên xwe ve, 3 jê ji hêla kesên hev berdabûn ve, yek jê ji hêla zilamê ji hev veqetiyabûn ve, yek jê ji hêla zilamê di qonaxa hevberdanê de bû ve hate qetilkirin.
ÊRIŞ BERDEWAM IN
Ji jinên hatine qetilkirin 5 jê li Stenbolê, 3 li Amedê, 3 li Mêrsînê, 2 li Meletiyê, yek li Amasyayê, yek li Antalyayê, yek li Zonguldakê, yek li Samsunê, yek li Erdexanê, yek li Enqereyê, yek li Bartinê, yek li Eskîşehîrê, yek li Muglayê, yek li Îzmîrê, yek li Mereşê, yek li Denîzlîyê, yek li Edîrneyê, yek li Edeneyê û yek jî li Hatayê hate qetilkirin.
Hat destnîşankirin ku cînayetên li dijî jinan li bajarên weke Stenbol, Mêrsîn û Amedê zêde dibin û tundiya li dijî jinan bi awayekî rêxistinkirî û sîstematîk didome.