NAVENDA NÛÇEYAN – Gelê Siwêdayê, li Qada El Kerama a bajêr çalakî li dar xist û di çalakiyê de xwest ku hêzên girêdayî hikûmeta demkî ji bajêr derkevin.
Li ser banga saziyên sivîl, bi sedan şêniyên Siwêdayê li Qada El Kerama a bajêr çalakiyek li dar xist. Çalakvanan siyasetên hikûmeta demkî şermezar kirin û xwest hêzên wê ji bajar derkevin.
Çalakvanan pankartên bi nîvîsên rakirina ambargoya li ser Siwêdayê û vekirina korîdorên mirovî ya bo Urdinê, vekirin. Her wiha bertek nîşanî komîteya lêkolînkirina rastiyan dan ku duh hatiye avakirin û diyar kir ku komîte ne serbixwe, ne jî zelal e. Çalakvanan der barê sûc û binpêkirinan de daxwaza vekirina lêpirsînekê û hesabpirsînê ji berpirsên wê kirin.