ENQERE - Tulay Hatîmogullari ku li dijî şewata daristanan banga seferberiyê kir got, ''Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin.''
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari bi rêya hesabê xwe yê medyaya farazî li ser şewata daristanan ku berdewam dike daxuyaniyek da. Daxuyaniya Tulay Hatîmogullari wiha ye: "Şewatên ku bi rojan e li seranserê welêt berdewam dikin, dilê me dişewitîne. Di hemû karesatên rû didin de em gelek caran êşên bi heman rengî dikişînin. Tenê dema ku dareke ku em di sîwana wê de bêhna xwe vedin nemîne, dê destwerdaneke bi bandor were destpêkirin? Berpirsyar, li şûna ku daxuyaniyên bi bombekirinê bidin, divê li gelemperiya welêt di rewşeke seferberiyê de bixebitin. Balafirên agirkujiyê û helîkoptêrên ku dikarin bi şev bixebitin werin dabînkirin û rayedar û çavkaniyên rêveberiyên herêmî yên ku mudaxaleyî şewatan bikin werin zêdekirin."