STENBOL – Merasîma cenazeyê Dayika Şemiyê Emîne Ocakê, sibê dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin.
Bernameya merasîma cenazeyê Dayika Şemiyê Emîne Ocak, diyar bû. Emîne Ocak sibê dê li Qada Galatasarayê, cihê sembolîk ê têkoşîna edaletê ya Dayikên Şemiyê, bê oxirkirin. Piştî merasîma li Qada Galatasarayê ya saet 10:00’an, cenazeyê Emîne Ocak dê saet di 4:00’an de ber bi Cemxaneya Gazî ve bê rêkirin. Piştî rêûresmên olî yên li wir, dê li Goristana Gazî bê definkirin.
Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê X’ê ev tişt parve kirin: " Me dengê herî xurt ê bi cesaret û bibiryar ê têkoşîna me ya ji bo heqîqet û edaletê Emîne Ocak, winda kir. Em ê dayika xwe Emîneyê ji cihê têkoşîna wê ya 30 salan li Qada Galatasarayê, oxir bikin.”